Ji bo Efrînê bang li jinan: Bila ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn

Endama Meclisa Efrîn-Şehbayê Zeynep Silêman diyar kir ku li Efrînê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de li dijî jinan û gelên Efrînê sûcên dermirovî tên kirin, bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li jinan kir û xwest ku ji bo hesabpirsîna dewleta Tirk têbikoşin.

RÛBARÎN  BEKIR

Şehba – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, bûyerên weke tundiya li dijî jin û zarokan, tecawiz, revandin, kuştin, zewaca bi zorê û teşwîqkirina ber bi mirinê ve zêde bûne. Li Efrîna ku ji Adara 2018’an û vir ve di bin dagirkeriyê de ye, gel bi taybetî jin bi sûcên li dijî mirovahiyê re rû bi rû ne.

Li gorî agahiyên malpera Afrîn 24; ji destpêka sala 2023’an heta niha li Efrînê 4 jê zarok, 3 extiyar zêdetirî 33 jin hatine revandin û 6 jin jî hatine qetilkirin. 4 jê zarok 7 jin rastî tecawizê hatin. Ji xeynî daneyên ku di çapemeniyê de cih digrin, welatiyên Efrînê jî diyar dikin ku rewş xerabtir e.

Endama Meclisa Efrîn-Şehbayê Zeynep Silêman di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de ji ajansa me re nirxand û diyar kir ku tundî li herêmên dagirkirî bi taybetî ji bo tunekirina îradeya jinan tê bikaranîn.

'Dewleta Tirk jinên berxwedêr ji bo xwe xeter dît'

Zeynep Silêman diyar kir ku şoreşa li axa Rojava pêk hat şoreşa jinan e û got: “Piştî şoreşê li Rojava sazî û navendên jinan hatin vekirin. Jinan li vir xwe bi pêş xistin. Jinan li Efrînê jî gelek tişt bi dest xistin. Dewleta Tirk van destkeftiyan ji bo polîtîkayên xwe yên faşîst weke gef dît. Ji ber vê jî xwest jinên berxwedêr tune bike û hê jî dixwaze. Em weke jin bi hemû hêza xwe li dijî zîhniyeta faşîst têkoşîna xwe didomînin.”

'Bêdengî pejirandina sûcan e'

Zeynep Silêman diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê xwezaya bajêr hatiye talankirin û gel rastî îşkenceyê hatiye, bêdengiya hemû cîhanê ya li hemberî van bûyeran rexne kir û got: “Li ber çavên cîhanê û rêxistinên navneteweyî gelê Efrînê rastî êrîşan hat. Dagirkerên Tirk sûcên xwe qebûl dikin. Lê cîhan li hemberî van sûcan bêdeng dimîne. Ev tê wateya pejirandina sûcan.”

‘Divê Tirkiye ji sûcên ku kiriye berpirsyar bê dîtin'

Zeynep Silêman agahiyên ku ji gelê Efrînê girtine wiha vegot:

“Di hevdîtinên me yên bi xizmên me yên li Efrînê û çavkaniyên herêmî yên Efrînê re, gelek kes diyar dikin ku Efrîn ne herêmeke ewle ye. Ji ber binpêkirinan gel bi taybetî jî jin nikarin ji malên xwe derkevin. Jinên Efrînê di nava êşan de ne û bi hemû hêza xwe hewl didin hovîtiya dewleta Tirk ragihînin. Pirsgirêka azadî û azadiya jinan pirsgirêka hemû jinan e. Ji bo ji holêrakirina dagirkerî û tundiyê divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Beriya her tiştî divê Tirkiye ji sûcên ku kiriye berpirsyar bê dîtin.”