Li Afganîstanê tundiya mêr: 2 zarok û 3 jin hatin qetilkirin

Di mehên dawî de li Afganistanê mirina bi guman a jinan zêde bûye wekî din jî qetilkirina jinan aliyê Talîbanê ve tê teşwîqkirin.

BAHARÎN LEHIB

Kabûl - Ji Tebaxa 2021’ê û vir ve ji dema ku Talîbanê Afganistan dagir kiriye ve, tundiya li dijî jin û zarokan zêde bûye.

Tê diyarkirin ku yek ji sedemên sereke yên zêdebûnê jî bêcezabûna tundî û qetlîamên li ser jinan e. Li welat di van du salên dawî de mirina bi guman a jinan zêde bûye. Herî zêde jinên hatine qetilkirin weke 'întihar' tên qeydkirin.

Li gorî daneyên di navbera 23’ê Cotmehê û 21’ê Mijdarê de li ser tundiya li ser jinan ku ajansa me ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kir; 3 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan, 2 zarok û 3 jin hatin qetilkirin. Yek ji wan jinan tevî malbata xwe ji aliyê endamên Talîbanê ve hat qetilkirin.

Bûyerên ku di çapemeniyê de cih girtin wiha ne:

*Di 23’ê Cotmehê de li navçeya Mîramûr a girêdayî parêzgeha Daikundiyê jina bi navê Tahîra ya 25 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 24'ê Cotmehê de li navçeya Sancharak a Sarpûlê jina bi navê Tajnasa ya 60 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

*Di teqîna ku di 28’ê Cotmehê de li herêma Sarûda parêzgeha Nangarharê pêk hat de dayikek û keça wê ya yeksalî mirin, 2 jin û 2 zarok jî birîndar bûn.

*Di 3'ê Mijdarê de li herêma Kamê ya parêzgeha Nangarharê cenazeyê keçeke 4 salî ku li ser bedena wê nîşaneyên îşkenceyê hebûn, hat dîtin.

*Di 12'ê Mijdarê de li Kabîlê jineke 26 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 20'ê Mijdarê de li Taxa Almar a Faryabê jineke 28 salî bi çekê hat qetilkirin hat dîtin.

*Di 21’ê Mijdarê de li navçeya Çemtal a Belxê, endamên Talîbanê jina bi navê Gulalî ya 30 salî li ber çavên malbata wê qetil kirin.