ÎHD’ê: Girtiyên nexweş demildest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî bal kişand ser jinên nexweş ên di girtîgehên di Anatoliya Navîn de tên ragirtin û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Enqere- Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 481’emîn de çalakiya xwe ya ji bo bal kişandina li ser rewşa girtiyên nexweş, vê hefteyê jî berdewam kirin. Endamên Înîsiyatîfê yên li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Enqereyê hatine cemhev, pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, Bila girtiyên nexweş werin berdan” vekirin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî, di çalakiya vê hefteyê de ser rewşa girtiyên nexweş ên jin hate sekinîn.

‘Mafên girtiyan ên berdana bi şertê kontrola edlî binpê dikin’

Daxuyaniya vê heftê Hevberdevka Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da. Nûray Çevîrmen, destnîşan kir girtiyên nexweş û girtiyên nexweş ên giran ji ber înfazên wan tên taloqkirin nayên berdan û lijneyên girtîgehan ên îdare û çavdêriyê, mafên girtiyan ên berdana bi şertê kontrola edlî binpê dikin.

Nav û nexweşiyên girtiyên jin ên nexweş hat parve kirin

Nûray Çevîremen diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 16, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 16, li Girtîgehên Anatoloya Navîn bi giştî 32 jinên girtiyên nexweş hene. Di berdewama daxuyaniyê de Nûray Çevîrmen nav û nexweşiyên girtiyên jin ên nexweş parve kir.

Banga berdana lezgîn

Nûray Çevîrmen, xwest ku hemû kontrolên tenduristiyê yên girtiyên nexweş bêyî tedawiya wan navber bê dayîn bên kirin û ev bang li rayedaran kir: “Divê girtiyên nexweşên giran ku tedawiya wan nikare bê kirin demildest bên berdan. Divê mûayeneya bi kelemçe û sewqkirina rîngên yek kesî ku li dijî rûmeta mirovahiyê ne bên bidawîkirin. Divê li girtîgehên tîmên tenduristiyê yên bi lezgînî mudaxileyê dikin hebin û divê derxistin revîrê û sewqên nexweşxaneyan bên lezandin.”