Ji siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata peyam: Em ê bi ser bikevin

Siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata, bi boneya 25’ê Mijdarê peyamek weşand û wiha got: “Em di ferqê de ne gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez bi ser bikevin. Jin jiyan azadî.”

Amed- Siyasetmedara Kurd û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi riya parêzerên xwe li ser hesabê medyaya dîjîtal peyamek weşand. Ayla Aka Ata, di peyama xwe de wiha got: “Em di ferqê de ne gotina em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez bi ser bikevin. Jin jiyan azadî.”

‘Em ê teqez bi ser bikevin’

Ayla Akat Ata di peyama xwe de wiha dibêje: “Piştî demeke dirêj ji her kesê re merheba! Ji ber girtinê û bêderfetiyên teknîkê mixabin derfetên min çênebûn ku li ser vê platformê peyamekê bişînim. Baş e ku beriya 25’ê Mijdarê ev derfeta min çêbû. Weke aktîvîst û siyasetmedareke jin ku ketime ber çerxa darazê, têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundiya li ser jinan û biryardariya xwe ya mezinkirina piştevaniyê dubare dikim. Ez bi vê nîşeya kurt ku li eywana danişîna Doza Kobanê min nivîsî bi boneya 25’ê Mijdarê dilê hemû jin û xwişkên xwe yên ku li dijî tundiya li ser jinan helwesta xwe nîşan didin û hemû jinên hem li eywanê û hem jî di çalakiyên kolanan de dibêjin ‘na’ maç dikim. Em di ferqê de ne gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez bi ser bikevin. Jin jiyan azadî.”