Lîstikvana Îranî Shailîn Asadollahî hat berdan

Shailin Asadollahî ku di 23'ê Mijdarê de li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin û li Navenda Vegerandina Sîlîvriyê hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Lîstikvana sînema û şanoya Îranê Shailîn Asadollahî ku li Navenda Vegerê ya Sîlîvriyê (GGM) hatibû binçavkirin, hat berdan.

Shailîn Asadollahî der barê mijarê de ji Bianetê re axivî û diyar kir ku metirsiya dersînorkirina Îranê heye û berpirsên Tirkiyeyê jê pirsa çima li vir dimîne û çi kar kiriye dikin. Shailîn Asadollahî anî ziman ku ew ê piştre der barê xetereya dersînorkirinê de daxuyaniyeke berfireh bidin, spasiya femînîst û parêzvanên mafên mirovan ên Tirk ku ji bo berdana wê piştgirî dan kir.

Lîstikvan Shailîn Asadollahî, li ser hesabê xwe yê medyayê dîjtal wiha got:

“Ez spasiya hevalên xwe, femînîst û aktîvîstên li Tirkiyeyê dikim ku bi saya zextên çapemeniyê derfeta çêbû ez hatim berdan. Tevî ku rewşa min ji bo dersînorkirina Îranê ne diyar e jî ez spasiya hemû parêzer û hezkiriyên xwe dikim ku alîkariya min kirin ez venegerim Îranê. Di dawiyê de dibêjim; Jin, jiyan, azadî!”