Xizmên windayan carek din li aqûbeta windahiyên xwe pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windahiyan, di hefteya 746’emîn a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de li aqûbeta Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên 29 sal berê hatin windakirin pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windahiyan, di hefteya 746’emîn a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de çalakiya xwe berdewam kirin.

Xizmên Windahiyan li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê li hev civiyan, di çalakiya vê hefteyê de kiryarên Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ê 17 salî ku di sala 1994’an de li gundikê Deveboyu yê gundê Çaglayan ê girêdayî Pasûra Amedê ji aliyê leşkeran ve di bin çavan de hatin windakirin û aqûbeta Cezayîr Orhan ê ku hê cenazeyê wî nehatiye dîtin pirsin.

‘Têkoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqiyê dê bidome’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hilbijartina serokomariyê ku dê sibê pêk were û wiha hat gotin: “Ji bo guherandina pergala hiqûqê ya tundiya dewletê rewa dike divê em sibê biçin ser sindoqan. Mixabin Qada Galatasarayê bû qada zextan. Êrîşên li dijî dayikan tên kirin derhiqûqî ne. Tevî biryara AYM’ê jî destûr nayê dayîn û tundî li dayikan tê kirin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de kiryar hatine berdan û wiha hat gotin: “Tevî gelek delîlan jî hemû bersûc hatin beraetkirin. Ev tê wateya parastina tundiyê û domandina wê. Tekoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqiyê dê bidome.”

Piştre jî ji Xizmên Windayan Adnan Orhan axivî û çîroka windakirina bav, ap û pismamê xwe vegot. Orhan, got ku hemû hewldanên wan bêencam mane û wiha domand: “Me hestiyên bav û apê min bi salan piştre di gora komî de dîtin. Gelek kes hatin windakirin û xelk li hestiyên xizmên xwe digerin. Me got hema parçeyeke hestî jî be em ê bigrin. Hêzên tarî ev kes revandin û qetil kirin.”

Mal hatin şewitandin

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên di 24’ê gulana 1994’an de li gundê Çaglayan ê Pasûra Amedê hatin revandin û windakirin hat vegotin. Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli serpêhatiya endamên malbata Orhan xwend. 

Tahîr Saçakli wiha qala serpêhatiya endamên malbara Orhan kir: “Di 6'ê Gulana 1994'an de Yekîneya Leşkerên di bin Fermandariya Tugaya Komando ya Boluyê Yavuz Erturk bi ser gundê Çaglayan ê Pasûra Amedê de girtin. Gundiyan ji malên wan derxistin û li nava gund kom kirin. Hemû mal şewitandin. Piştî leşkeran xanî û gund şewitandin 3 roj destûr dan gundiyan ku gund terk bikin. Lê gundî çûn li derdorê kon vedan û li konan bi cih bûn. Roja din Salîh Orhan û çend gundiyên din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê û xwestin heta çandiniya xwe biçînin û kom bikin li gund bimînin. Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Alî Ergulmez destûr da heta paletiyê. Malbata Orhan konên xwe li ber xaniyên xwe yên hatin şewitandin vedan. Leşkerên Fermandariya Komandaya Boluyê di 24'ê Gulana 1994'an de dîsa bi ser wan de girtin. Vê carê Selîm ê 46 salî û Hasan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ên 17 salî binçav kirin û birin. Piştre hatin windakirin.

Piştî lêgerîna salan cenazeyê Mehmet Selîm û Hasan Orhan di sala 2003'yan de hatin dîtin. Lê cenazeyê Cezayîr Orhan hê jî nediyar e. Em dixwazin aqubeta Cezayîr Orhan ê hê 17 salî bû hat windakirin bê ronîkirin.

Biryara neşopandinê hat dayîn

Hinek şahidan got ku Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ewil li Qereqola Serîkê, piştre li Qereqola Cendirmeyan a Licê û herî dawî jî li Dibistana Navîn a Licê dîtine ku weke îşkencexaneyê dihat bikaranîn. Lê belê Serdozgerê Komarê yê Pasûrê di 8’ê hezîrana 1994’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi hinceta ku navên wan di lîsteya binçavkirinê de nîn e, biryara neşopandinê da.

Beriya 20 salan cenazeyê du kesan hat dîtin

Hemû hewldanên malbata Orhan bêencam man û bi riya parêzerên Şaxa ÎHD’a Amedê serî li DMME’ê dan. DMME’ê di 6’ê Mijdara 2002’an de ji ber windakirina Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan di bin çavan de, Tirkiye mehkûmî dayîna tazmînatê kir. Di sala 2003’yan de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bacilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Heta niha tu agahî ji Cezayîr Orhan nehatiye girtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre bi dawî bû.