‘Talîban li dijî jin û zarokên keç sûcên dijmirovî dike’

Kimîsyona Rêxistina Navneteweyî ya Efû û Hiqûqa Navneteweyî bi raporekê xwest polîtîkayên Talîbanê yên li hemberî zarokên keç û jinan werin lêkolînkirin.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Rêxistina Navneteweyî ya Efû û Hiqûqa Navneteweyî li Afganistanê nêzîkatiyên Talîbanê yên li hemberî zarokên keç û jinan kir rapor. Di rapora bi sernavê Şerê Talîbanê li hemberî jinan de; li Afganistanê Sûcê zilmê yê li hemberî mirovahiyê û zayendperestiya civakê tê pêkanîn’ de hat destnîşankirin ku sînordarkirinên tund ên Talîbanê li hemberî zarokên keç û jinan û zextên hiqûqî, dema ku hiqûqa navneteweyî hişyar kir xwest der barê sûcê zilmê yê li hemberî mirovahiyê û zayenperestiya civakê tê pêkanîn’ lêkolîn were kirin. 

Bang li dewletan hat kirin

Di raporê de bang hat kirin ku berpirsên sûcên dewlet û hiqûqa navneteweyî yên endamên Talîbanê divê radestî edaletê bikin. Di rapora ku di navbera Tebaxa 2021 û Çileya 2023’an digre nava xwe de, rêxistina Navneteweyî ya Efuyê bi sernavê ‘Di kêşana giran de mirin’ rêxistinên civaka sivîl û meqamên NY jî di nava spartina çavkaniyên belegeyên ku kom kirine de ne.

‘Zarok û jin muhtacî parastinê ne’

Di raporê de hat destnîşankirin ku jin û zarokên keç ên ji ber zilma li Afgansitanê reviyan, pêwîstiya wan bi penaberên ku tên parastin heye û nirxandina hiqûqî pêşkêş kir û tiştên ku jin û zarok rastî hatin wiha hat rêzkirin:

“* Ji Tebaxa 2021’ê ve dema ku Talîban desthilatdariya Afganistanê xist destê xwe heta niha jin ji erkên siyasî û sektorên civakî tên dûrxistin.

*Hinek pêkanînên ku jin û zarokên keç piştî dibistana seretayî ji perwerdeyê tên dûrxistin û çûyîna wan a zanîngehê tê astegkirin û derfetên wan tên kêmkirin.

*Ji bo jinan di 24’ê Kanuna 2023’an de ji rêxistinên civaka sivîl, 4’ê Nîsana 2023’an de di binya NY de biryarên ku qedexeya karkirinê anîne, belegeyên din ên li ser bingehê zayenda civakê ne.

* Di rêwîtiyên dirêj ên jinan de mêrek li gel be, sînordarkirina seyahatkirinê anîn, heta ku pêwîst neke bila jin di mal de bimîne, quralên hişk yên Talîban ên cil û bergan, azadiya geranê ya jinan û di qadên giştî de hilbijartina cil û bergan azadiyê binpê dike.

* Sînordarkirina Talîbanê ya cihêkariyê ya li hemberî jin û zarokên keç, hevpeymana Navneteweyî û mafên siyasî; Aboriya Navnetewî, peymana civakî û mafê çandî, peymana ku hemû cûrên tundîtûjiyê ya li beramberî jînan ji holê rakin û peymana mafê zarokan jî di navde, gelek peymanên navnetewî ku Afganistan li aliyê wê ye gelek saziyên ku cih dane mafê mirovan tên binpêkirin.  

* jinên Afgan û zarokên keç ên ku ji aliyê endamên Talîban ve, bi hêceta ku sînordarkirin binpê kirine û beşdarî protestoyên azadane bûne qaşo bi ‘sûcên exlaq’ bi awayek keyfî dixin binçavan.      

* Talîban li ser bingehê suîtimalê, jinên ku polîtakayên sînordarkirinê protesto dikin ji bo îtîhatê bi wan bikin, bikaranîna hêz, binçavkirinên bê hiqûqî, îşkence û bi awayek din rastî nêzîkatiyên xirab tên. Ev rewş îfade, rêxsitinkirin, komkirina azadane û mafê civakî yê beşdariya bi binpêkirinan encam bû.

* Talîban ew jin û zarokên keç ên ku beşdarî protestoyên azadene bûne, binçavkirinên bi keyfî, girtin û bi rêya bi zorê dana windakirin hetim kirin hedef, di pêvajoya ku jin hatin destserkirin de rastî îşkence û nêzîkatiyên din ên xirab hatin, îtirafkirina bi zorê û zorê li wan kirin ku belgeyên ku êdî beşdarî protestokirina nabin îmza bikin.”