'Li dijî siyaseta înkarê dengê xwe bi kar bînin’

Li Amedê di hevdîtina bi rûspiyên civakê de, hat destnîşankirin ku sibê diçin hilbijartinek dîrokî û li dijî siyaseta înkarkirina Kurdan bang hat kirin her kes biçe ser sindoqan dengê xwe bide.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Demkokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û parlamenterên herêmê, li Amedê di çarçoveya xebatên tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de hevdîtinên xwe didomînin.

Hevseroka Giştî Buldan û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar, Sevîlay Çelenk, Mehmet Kamaç, Georga Aslan li Mala Şînê ya Farqîniyan a li navçeya Rezanê bi rûspiyên civakê re hevdîtin kirin.

Di civînê de destpêkê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk axivî û got ku gelê Kurd xwedî raburdûyeke bi hezaran salan e. Ahmet Turk, axaftina xwe wiha domand:

“Tevgera siyasî ya Kurd dê tevî her cure zilm, hîle û zextan jî bi gelê xwe re di vê têkoşîna azadî û wekheviyê de bi ser bikeve. Em di qonaxeke dîrokî de ne û em vê ji bo hilbijartinan nabêjin. Belê rast e em bi hilbijartineke girîng re rû bi rû ne. Em dixwazin tiştên di pêvajoya em tê re derbas bûne bi we re parve bikin. Êrîş û nijadperestiya li dijî Kurdan zêde dibe. Hewce ye em Kurd jî li dijî van, yekitiya xwe ava bikin. Ji bo ku em pêşeroja xwe bi hev re ava bikin divê mekanîzmayeke biryardayînê bê avakirin. Ji bo me ya girîng yekitî ye ye. Her çendî em îro bibêjin ‘em partiya Tirkiyeyê ne’ jî ew dîsa jî me weke partiyeke Kurd dibînin. Em bi vê serbilind in. Em, ji bo wekheviyê têdikoşin. Gelê kurd û mazlum dixwazin bi awayekî adilane û azad bijîn. Ji ciwanan heta her kesê, em dixwazin di vê hilbijartina girîng de jî wêneyekî yekitiyê derkeve holê. Belê divê bibêjin; ‘gelê Kurd bi yek destî li dijî feraseta nijadperest sekinîn.’ Ger em bikaribin vê bikin, em ê wê demê bikaribin neteweperestiyê ji holê rakin.”

‘Kurdan serî netewand û têkoşîna xwe domand’

Ahmet Turk diyar kir ku hewce ye li dijî êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Kurd, her kes di tûra duyemîn de biçe ser sindoqan û wiha axivî: “Ger li dijî feraseteke ku dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake em nikarin yekitiya xwe ava bikin dê bêîstîqrarî bidome. Banga min ji bo temamiya gelê me ev e; heke em nikaribin yekitiya xwe ava bikin dê bi karesateke mezin re rû bi rû bimînin. Em dixwazin gelê me vê rastiyê bibîne. Em ê sibê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Di demên dawî de li ser neteweperestiyê nîqaş hene û ev yek jî di serê gelê me de fikaran çêdike. Hewce nake em bikevin nava fikaran û divê em xwedî li dengên xwe derkevin. Nexwe em ê jî bibin parçeyeke çerxa faşîzmê. Bi salan di çarçoveya polîtîkayên dijminatiyê de hewl dan bi riya zext, binçavkirin û girtinan serî bi gelê me bidin tewandin. Lê nikaribûn bi ser bikevin. Kurdan serî netewand û têkoşîna xwe domand. Divê em peyama vê careke din bidin û ew jî vê peyamê baş bixwînin.”

‘Hemû derfetan bi kar anîn’

Pervîn Buldan piştî Ahmet Turk axivî, diyar kir ku divê hilbijartin wek ‘guherîna qederê’ bê pênasekirin divê her kes dengê xwe bide û da zanîn ku bi Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinê hemleyek mezin pêk anîn. Pervîn Buldan axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Em bi Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û ev jî hemleyeke mezin bû. Vê hemleyê em dan zorê lê gelê me bê vebijêrk nehişt. Encamên me bi dest xistin qet dilê me rehet nekir û em di ferqa vê de ne. Ger derfetan destûr bida, rêjeya dengên me li derdora ji sedî 15 bû. Hedefa me ew bû ku 100 parlamenteran bişînin meclisê. Lê hilbijartin di rewşeke demokratîk de pêk nehat. Tifaqa Cumhur hemû derfetên dewletê bi kar anîn û hewl da bi hemû rêbazan xebatên hilbijartinê yên partiyên muxalîf asteng bikin. Tevî vê yekê jî me bênavber li ber xwe da û em têkoşiyan.

‘Mimkun nîn e ku em Erdogan tercîh bikin’

Pervîn Buldan anî ziman ku tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê firsendeke dîrokî ye û wiha got: “Me firsenda ewil baş bi kar neanî lê tercîha me ya di tûra duyemîn de dê bibe tercîha diyarkirina qederê. Pervîn Buldan wiha axivî: “Em îdia nakin ku ger serokomar biguhere dê di nava du rojan de pirsgirêkên me bên çareserkirin. Em jî dizanin ku pirsgirêka Kurd di nava çend mehan de çareser nabe. Lê ji bo çareserkirina bi riyên demokratîk, ji bo ku em bikarin riyeke nû, jiyana nû, qadeke nû ya têkoşînê ava bikin dê derfetek be. Mimkin nîn e ku em Erdogan tercîh bikin. Ji ber zilm, zext, înkar û bêhiqûqiyên ku heta niha kirine, Erdogan dê ji bo Kurdan bibe destpêka karesateke nû.”

Pervîn Buldan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dengê xwe bidin, xwedî li sindoqên xwe derkevin û îsbat bikin ku em naxwazin Erdogan weke serokê vî welatî bibînin. Ev yek di destên me de ye. Ger em bi vê feraset û berpirsyariyê biçin ser sindoqan dê serkeftin a me be. Dê destkeftî yên me bin.”