Gelê Mexmûrê 8 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide

Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 8 roj in li diji hewldanên artêşa Iraqê ku hewl dide bi têl û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike bi şev û roj li ber xwe didin.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Mexmûrê bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e. Gelê Mexmûre jî li hemberî ve hewldanê bi israr berxwedana xwe didomîne.

Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê dane jî leşkerên Iraqê hewl didin li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kûleyan danin.

Lê berxwedana şêniyên Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê 8 roj in bi şev û roj  di bin şert û mercên hewaya germ de bênavber berdewam dike û di konên berxwedanê de li ber xwe didin û dibêjin ku ew ê bi tu awayî rê nedin ku derdora wargehê bi daxwaza dewleta Tirk dora were têlkirin.