'Em piştgiriyê didin jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê'

Endama Buroya Jinê ya Saziya Olî ya Kantona Kobanê Zerga Muslim bal kişand ku li Îranê jin û zarokên keç di bin navê ‘Îslamiyetê’ de di bin zilmê de ne û wiha got: “Ol zilma li dijî jinên serê xwe nagirin qebûl nake.”

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, di 16’ê Îlona 2022’an de li paytexta Îran Tahranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi pêşengiya jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" serhildana gel hat destpêkirin. Ev 9 meh in li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê berdewam dikin, rayedarên dewletê jî ji bo tepeserkirina serhildana gel rê û rêbazên dîjmirovî yên wekî darvekirin, komkujî, tundî, binçavkirin, revandin, girtina mamosteyan ji erka wan, avêtina xwendekaran ji dibistanan, girtin, êrîşa bi gaza jehrî li ser dibistanên zarokên keç xist meriyetê. Jinên ku tevî van hemû zextan jî dest ji berxwedana xwe bernedan, bi qutkirina porên xwe, şewitandina hicaban diyar kirin ku li dijî polîtîkaya desthilatdariyê yên li dijî jinan in.

Endama Buroya Jin a Saziya Olî ya Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zerga Muslim bal kişand ser polîtîkayên ku rejîma Îranê di bin navê olê de li ser gelan ferz dike. Zerga Muslim anî ziman ku zîhniyeta baviksalarî ya otorîter qanûnên paşverûtiyê li ser gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ferz dike û diyar kir ku gel jî li dijî bêedaletî, tundî û zilmê serî hildaye. Zerga Muslim wiha got: "Hikûmeta Îranê li dijî jinan bi zêdekirina pêkanîn û qanûnên zayendperest ên heyî, armanc dike ku îradeya wan ji holê rake û wan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar bihêle."

'Mafên jinan tên binpêkirin'

Zarga Muslim diyar kir ku bi ferzkirina qurala hicaba ferzkirî re jinen Îran û Rojhilatê Kurdistanê rastî her cure tundiya herî giran tên û wiha got: “Di qanûnên Îslamê de hukmeke bi navê hicaba ferzkirî nîn e. Ol zilmdîtina jinên serê xwe nagirin qebûl nake. Rayedar bi hincetên derew mafên jinan binpê dikin. Rayedarên  Îranê jin û zarokan tenê ji ber ku hinek porê wan xuya dike, li kolanan didin sekinandin û digrin, di girtîgehan de jî rastî îşkenceyan tên. Îslamiyet gelek maf û azadî daye jinan û pêkanînên li dijî mafên jin û keçan qebûl nekiriye.”

'Em di nava hevgirtinê de ne’

Zarga Muslim der barê beravajîkirina rayedarên Îranê yê hicab û olê de jî ev bang kir: "Îran bi qanûnên ku li ser civakê û bi taybetî li ser jinan ferz dike, hewl dide îmaja dînê Îslamê xera bike. Jin ji bo şermezarkirina van qanûnan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ derketin kolanan. Ev dirûşm li hemû cîhanê deng veda. Hikûmeta Îranê bi ferzkirina hicaba dixwaze ji cîhanê re bide îsbatkirin ku dewletek otorîter e. Em wek jinên Kobanê bi gel û jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re di nava hevgirtinê re ne. Divê hemû jinên cîhanê ji bo parastina maf û nasnameya xwe têkoşînê bilind bikin.”