Polîsan careke din êrîşê Dayikên Şemiyê kirin

Dayikên Şemiyê, li Stenbolê çûn Qada Galatasarayê û xwestin li aqûbeta xizmên xwe bipirsin lê polîsan derdora wan girt û nêzî 15 kesên ku tevli çalakiyê bûn hatin binçavkirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 948’emîn a çalakiya xwe de derketin Qada Galatasarayê.

Lê li Qada Galatasarayê tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) “binpêkirinê” daye jî dorpeça polîsan didome. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe û hejmarek zêde dayik/mirovên Şemiyê tevli bûn.

Qada Galatasarayê ji aliyê koma polîsan a ji aliyê şefê Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê Muhammed Henîfî Zengîn ve hat dorpêçkirin. Dayik û kesên li gel wan ên ku bi qurnefîlan derketin Kolana Îstîklalê, piştî ku li qadê li ber bariyerên polîsan hatin dorpêçkirin, hatin binçavkirin.

Nêzî 15 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê, Eren Keskîn, Umît Efe û Gulseren Yolerî jî di nav de nêzî 15 kes hatin binçavkirin. Di vê navberê de polîsan rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî xwestin ji qadê derbixin. Rojnamevanên ku di vê navberê de nûçe dişopandin jî hat xwestin ji qadê bên dûrxistin.

Koma ku hat binçavkirin, dema li wesayîda binçavkirinê dihatin siwarkirin, qurnefîlên di destên xwe de avêtin Qada Galatasarayê û nîşana serkeftinê bilind kirin.