Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Tekdag pirsîn

Li Amedê ÎHD û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 783’an de aqubeta Mehmet Tekdag ê ku hatî windakirin pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windakiriyan, bi diruşma “Bila winda werin dîtin, kiryar bên darizandin” çalakiya xwe ya 783’emîn, li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin.

Di qada ku çalakî lê hatiye lidarxistin de, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Mehmet Tekdag pirsîn. Çîroka Mehmet Tekdag ji aliyê endama Lêjneya Rêveberiya ÎHD Bawer Çîndemîr ve hate xwendin.

‘Min bê bira hiştin’

Beriya ku çîroka Mehmet Tekdag were xwendin xwişka wî Îffet Matuş axivî û got: “Dema em îro hatin vê çalakiyê weke ku em hatine ser gora wî. Mehmet Tekdag ji mala xwe derket dema ku diçû ser karê xwe ji aliyê sîxuran ve hate revandin. Min bê bira hiştin. Min bi wê hesretê hiştin. Em dixwazin cihê gorên me hebin, em cenazeyê xwe dixwazin. Em heq û hiqûqê dixwazin. Birayê Alî Tekdag jî got birayê min ji aliyê dewetê ve hate kuştin. Ger dewlet bizane bila derbixwe holê. Alî Tekdag revandin û hatin pirskirin. Bavê min jî got dewletê wî biriye. Bavê min jî dû mehan şûnde jiyana xwe ji dest da. Dewlet, polîs û hemû kes dizane kê kiriye. Bila aqûbeta wan derbixin. Xwedê heqê me nehêle.”

‘Rastî êrîşa bi çek hat’

Bawer Çîndemîr ev tişt got: “Mehmet Tekdag zewicî bû û bavê çar zarokan bû. Weke endamê Lêjneya Disiplinê ya Partiya Kedê ya Gelan di rêxistina bajar de xebat dida meşandin. Di dîroka 2’ê Sibata 1993’an de saet 14:15’an de dema ku diçû pastaxaneya ku rêve dibe, li Mevkiya çar rê ya Baglar ya Amedê ji aliyê kesek ne nas ve rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama vê êrîşê de Mehmet Tekdag bi giranî birîndar dibe. Di dema bûyerê de, ji bo astengkirina revîna êrîşkar hemwelatiyê ku dest bi şopandinê kir, polîsên sivîl ew rawestand. Tevî ku hemwelatî îsrar dike ku êrîşkar nîşan dide û dibêje direve polîsên sivil dibêje; ‘temam emê hel bikin, ew bersiva hûn cenaze rakin’ digre. Polîsan hemwelatiyên ku bi awayek israr êrîşkar dişopîne dixin munubusê, dest bi pirsên ku ‘te êrîşkar dît, te naskir’ jê kirin.”

‘Cînayet weke kiryar nediyar ma’

Bawer Çindemîr, diyar kir bijîşkan mudaxeleyê Mehmet Tekdag ê birîndar rakirin nexweşxaneyê nekirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevî ku nêzi 4 saetan piştî êrîşê bijîşkek ji mudaxele kirin hat jî, kêmbûna alavên nexweşxaneyê ki hincet û bi gotina 'Pêwîste ev nexweş sewqî Stenbol an jî Enqereyê bêkirin’ mudaxele nekir. Li ser vê yekê malbata Tekdag ji bo Mehmet Tekdag bibin Stenbol an jî Enqereyê gelek hewldan kirin. Lê Waliyê Herêma Rewşa Awarte Unsal Erkan, bi gotina saet êvarê ye û ewlehî nayê misogerkirin Balafirgeha Amedê venake. Roja din tevî ku şansê Tekdagê bi giranî birîndar bûbû hebû ku siwarê balafira ewil bibe jî bi hincet nişandana karûbarên nexweşxaneyê siwarê balafira ewil nabe. Mehmet Tekdag dema li benda balafira duyemîn disekne, li Balafirgeha Amedê jiyana xwe ji dest dide. Tevî ku piştî bûyerê malbata Tekdag her cure têkoşîna hiqûqî da jî, di vê pêvajoyê de tu pêşketin çênabe. Cînayeta Mehmet Tekdag weke kiryar nediyar dimîne.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya deqeyek rûniştinê hate lidarxistin.