Dayikên Şemiyê carek din ji Qada Galatasarayê bang kirin

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Nezîr Duman ku di bin çavan de hatî windakirin pirsîn û daxwazkirin ku divê biryara demboriya li ser dozê hatî dayîn rabe û lêpirsînek bi bandor were meşandin.

Stenbol – Dayikên Şemiyê di hefteya 985’an ya çalakiya xwe de li qada Galatasarê bûn. Nûnerên Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn. Di çalakiyê de pankartên wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin.

Dayîkên Şemiyê aqubeta Mehmet Nezîr Duman ku di 13’ê Sibata 1993’an de dema ku ji Mîdyatê diçû Hezexê ji aliyê 4 kesên bi çek ve hate revandin û ev 31 sale tu xeber jê nayê girtin pirsîn.

‘Edaletê pêkbînin’

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Ûmît Efe ve hate xwendin û diyar kir ku divê dem ji bo veşartina sûc neyê bikaranîn û got: “Hemû biryarên qanûnê yên di dosyaya Mehmet Nezîr Duman de hatine girtin, rakin. Bi lêkolîn û lêpirsîneke bi bandor ve rastiyê eşkere bikin û edaletê misoger bikin."

‘Min dest ji lêgerîna hevjînê xwe ne berdaye’

Di çalakiyê de nameya hevjîna Mehmet Nezîr Duman ku li Elmanyayê jiyan dike, hat xwendin û ev tişt hate gotin: “Hevjînê min dema wê rojê hatî mal gotibû ‘îro jî ez ji mirinê rizgar bûm.’ Jiyana me bi van gefan tije bû. Hevjînê min dizanî gef lê tê xwarin. Li navçeya Îdil piştî her bûyerekê polîsan li ser mala mede digrt û hevjînê min gelek caran binçav kirin. Piştî ku hate windakirin heta sala 2008’an jî tu lêpirsînek nehate destpê kirin.

Min dest ji lêgerîna hevjînê xwe neberdaye. Lê belê di wê dîrokê de li Îdil, Şîrnexê û li herêmê cihek ku em serî lêbidin û em bizanin tune bû. Bêyî ku em piştgiriyek hiqûqî bigrin em rast û çep diçûn. Me bi derfetên xwe li Midyat û Batman û hemû herêman li hevjînê min geriyan, lê belê me tu xeberek negirt. Dayika hevjînê min xwe li ber êşa kurê xwe ne girt jiyana xwe ji dest da. Beriya ku dayika hevjînê min wefat bike gotibû; ‘Ger rojekê we Mehmet Nezîr dît, werin ser gora min 3 caran navê Mehmet Nezîr bi qêri, bêjin Nezîr hatiye mal.”

Piştî xwendina nameyê, qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn.