Li Şehbayê li dijî komploya navneteweyî rêzecivîn tên lidarxistin

Li Şehbayê jinên ku beşdarî civînên ji bo 15'ê Subatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn gotin, “Ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo em têdikoşin û ev sal dê bibe sala azadiyê.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Di bin hemleya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya Kongra Star a Efrîn-Şehbayê bi hatina salvegera 25'emîn a komlpoya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzecivîn li kantona Şehbayê û gundewarên wê tên lidarxistin. Ev civîn di 7'ê Subatê de li seranserî gundên navçeya Şêrewa, Til Rifet û kantona Şehbayê hatin lidarxistin û wê heya 13'ê Sibatê berdewam bikin. Civînên ku hatine lidarxistin bi alîkariya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehbayê ve tên birêvebirin.

Jinên ku beşdarî civînan bûne helwesta xwe ya li dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirin.

‘Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî em têdikoşin'

Ji Koordînasyona Kongra Star a navçeya Ehdasê Emîna Silêman behsa çalakiyên xwe yên ku ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li dar dixin kir û got: "Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û komploya navneteweyî, me rêzeçalakiyên xwe li dar xistin. Bû 25 sal Rêber Apo di zindana Îmraliyê de dîlgirtî ye lê ew di fikr û ramanên xwe de azad e. Em di meheke reş de derbas dibin lê bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê vê mehê veguherînin meheke ronî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Gel îro li ser piyan in û dixwazin azadiya Rêber Apo misoger bikin. Tu kes nikare îradeya gelê ku xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye, bişkîne. Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî xebatên xwe didin meşandin û xurtir dikin ji bo azadiya Rêber Apo."

'Hêzên komploger dê negihijin armanca xwe'

Hacer Miho jî qala komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: "Hêzên hegemonîk bi salan e plan dikin ku di kesayeta Rêber Apo de komploya navneteweyî bidin meşandin ji bo ku gelê Kurd şoreşa xwe ava neke û nebe xwedî misyon. Beravojî wê em dibînin bi milyonan kes, asta berxwedana xwe bilind dikin û têdikoşin. Em dayikên Efrînê tu carî nahêlin hêzên komploger bighîjin armancên xwe û îradeya gelan bidin çewisandin. Em xebatên xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo didin meşandin. Bi dîlgirtina Rêber Apo komplo bi ser neket, ji ber ku nikarin gel bi vê komployê bidin tunekirin. Em gelek bi hêvî ne ku ev sal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û di nava xwe de bibînin."