Hejmara nû ya Kovara Jin bi sernavê ‘Li dijî tecrîdê berxwedan’ derket

Hejmara 50’yemîn ya Kovara Jin bi sernavê “Li dijî tecrîdê berxwedan: Grevên birçîbûnê, Nobetên Edaletê, Meşa Azadiyê...” derket.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin a heftane dberxwedan: Grevên birçîbûnê, Nobeta Edaletê, Meşa Azadiyê...” derket. Di vê hejmara kovarê de mijar têkoşîna ku ji Îmraliyê dest pê kir, li tevahiya civakê belav bû, bi taybetî, li ser jiyana jinan bandorê çêkir û têkoşîna ku li dijî vê yekê hatiye pêşxistin disekine.

Mijarên di kovarê de cih digirin ev in:

Dêrsim Dag bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo azadiya xwe em tecrîdê bişkînin” de li ser polîtîkaya tecrîdê ya ku li ser gelan, jinan û ciwanan tê meşandin disekine. Bêrêtan Canozer bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Nobeta dayikan a edaletê” balê dikşîne ser berxwedana dayikên di nobeta edaletê de.

Oya Açan, bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Îmtihana azadiyê ya bi birçîbûnê re, li ser grevên birçîbûnê yên ku di pêvajoyên dîrokî de li dijî zext û êrişan çêbûne. Kîbriye Evren bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Şahidiya ji berxwedanê re” behsa greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Amedê bûye şahid kiriye.

Saliha Aras, bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Di dîrokê de şopên tecrîdê” balê dikşîne ser tecrîda ku bi rêbazên cuda li ser jinan tê meşandin. Zerrîn Yilmaz bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka jinan a azadiyê” li ser mekanîzmayên zextê yên li Rojhilata Navîn û li dijî van berxwedana jinan a heyî disekine.

Elîf Çetînbaş, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Furmula bi efsûn: Jin, Jiyan, Azadî!” li ser felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ya ku li dijî zilm, îmha û înkara ku li ser jinan tê meşandin, wan ji cewhera wan dûr dixe û hewl dide bixe kole, malê xwe dibîne, di nava malê de hepis dike disekine, behsa çêbûn û hêza vê felsefeyê dike.