Jinên Misrê bi projeyên cuda xwe îfade dikin

Li Misrê ‘Platforma Medya ya Careke din bifikire’, ji bo jin fikrên xwe bi awayekî asan îfade bike dest bi ‘Hewldana ew difikire’ kir. Armanc dikin ku di civakê de der barê jinan de hişyariyê bide avakirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Platforma Medya ya Careke din bifikire ku li ser azadiya îfade û fikir dixebite, di rojên borî de dest bi ‘Hewldana ew difikire’ kirine, vê jî rê vekir ku hemû jin bêyî ji sînordarkirin û helwesta civakê bitirsin, bi awayekî mutleq fikrên xwe îfade bikin. Ji avakera hewldanê Abdel Fattah bersiva pirsên ajansa me da. Der barê rola hewldan, azadiya fikir û îfadeya jinan di her mijarê de, xebatên platformê, planên sala nû de nirxandin kir. 

*Di avakirina qada ku jin qeyranên jiyane bînin ziman de rola ‘Hewldana ew difikire’ çi ye?

Jin ji derveyî qeyranên civakî, yên ku dijîn, pêwîstî bi qadeke ku tevgera tiştên di fikir de derbas dibe bînin ziman heye. Azadiya îfade, tiştên ku jin rastî wan hatine, di mijara ragihandinê de azadiyê nas dikin. Ev di peymanên navneteweyî de û li hevkirinan de mafeke ku tê pêşbînîkirin e û divê vê yekê her kes bizanibe. Tîma hewldana ew difikire, ji bo jin di her mijarê de fikrên xwe bi awayekî azad îfade bikin û nîvengek guncaw ava bikin, bi hemû kêrhatî û qadroyên xwe dixebite.

 *Platforma Medya Careje din Bifikire, sala borî li ser kîjan bername û xebatan xebitiye. Encamên ku we bi dest xistine çi ne?

Azadiya fikir, îfade û hwd. mijarên rêbaz temam kirine, der barê zagonan de çanda medyayê û ji bo pêşxistina standartên weşandinê dixebitin. Di sê mehên dawî yên sala borî de platforma ku guherînek mezin çêkir, pirsgirêk û qeyranên ku mirovan jiyane, zoriyên ku jiyane nîşan dan, beşeke bernameyek nû ya bi sernavê ‘Ji kolanan’ pêşkêşî xizmetê kirine. Bi taybetî bi qeyrana aborî û der barê pirsgirêkên giştî ku bandora wan li ser jiyanê heye. Di hewldana ew difikire de hewldanên feminist ên ku cih girtine, weke mehane tên ba hev. Bi hewldanan koordînasyonek hevpar ava dikin. Teşwîqkirina rêbazên wekheviyê, der barê bi têkoşîna cihêkariyê re kampanyayên cuda yên ku tên meşandin serkeftin bi dest xistin. Di pêvajoyên li pêşiya me de ev tora me wê hê zêdetir berfireh bibe û dê di qadê de bi bandor be.

*Hevkariyên ku bi hewldanên ciwanan hatin kirin û hevkarî bi giştî li qadê bi bandor e. Hûn dikarin hinek din behsa hûrgiliyên wê bikin?

Helbet hejmara hevkariyan dema zêde dibe, bandora di xebatê de jî zêde dibe. Di sê mehên dawî de hemû kesan bi awayên giringîdana sûdê ‘Bêdengiya bilind’ jî di nav de dest bi kampanyayên hevpar ên avakirina toran kir û belavok weşandin. Aktivîzma 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a navneteweyî destpê kir. Di çarçoveya kampanyayê de dîmenek ku hemû cureyên tundiyê digre nava xwe hat amadekirin û parvekirin. Em ji ber azadiya îfade û fikrên jinên rojnevanan ên ku hatine binçavkirin, jinên di qadên cuda de û naverok hilberîn di nav de li ser dozên jinan dixebitin. Hewldanên cuda û kampanyayên kolektîf di nav de rêvebirin bi serê xwe serkeftinek mezin e. Di demek nêz de wê di dosyayên ku li ser tên xebitîn de xwe nîşan bide û wê encama vê hevkariyê di sala nû de zêdetir diyarker be.

*Planên we yên îsal der barê jinan û pirsgirêkên wan de çi ne?

Plana ku di sala 2023’yan de dest pê kir û wê heta meha Adara pêşiya me berdewam bike, di bingehê de di torên kolektif de cih digre. Platform wê di du mehên li pêşiya me de, der barê pirsgirêkên jinan û cudahiyên wan de xebatan bike. Meha Sibatê di gelek mijaran de me pêşketinek ku bi kêrî qeydê tê qeyd kir. Meha Adarê ku ‘meha jinan e’ wê di gelek mijaran de xebatên me yên beşdariyê hebin û di mijara riyên çareseriya pirsgirêkên jinan de em li bendê ne ku gelek nûbûn hebin. Di sala nû de em dixwazin qada medyaya dijîtal berfirehtir bikin. Ji ber ku naveroka weke dîtbarî û bihîstin qada herî bi bandor niha ev qada medyayê ye. Em hewl didin pirsgirêkê li gorî hemû koman û mijarên medyayê û femînîstan bibihîsin û bi awayekî baş bigrin dest.     

*Jin di gelek qadên jiyanê de bi pirsgirêkên gelek cuda re rû bi rû dimînin. Çima neçar dimînin fatûreya hemû qeyranan bidin û sedemên vê yekê çi ne?

Jin ji ber ku parçeyek ji civaka di hundirê wan de hatiye afirandin û gelek berpirsyarî û erkên pêk tînin, wan aniye rewşa yek ji mijarên herî pêbawer. Ya jinan dike qaliban, barê li ser milên wan zêde dike û wan hepsê rolan dike jî heman civak e. Tevî ku jinan wek koma herî bêparastin dibînin jî ji wan re berpirsyariyên ji kapasîteyên wan zêdetir didin. Ev di pîvanek mezin de ji aliyekî ve ji ber kevneşopî û edet û ji aliyê din ve ji ber mîrateya civakî çavkanî digre. Em dibînin ku jin ji bilî derveyî male, lênihêrîna malbat û zarokan jî di nav de xwedî gelek rol in. Ji ber vê yekê em dibînin ku berdêla şer, pevçûn û karesatan jin didin. Li aliyê din, zêdebûna hejmara jinên di lîsteyên efûyê yên dem bi dem tên weşandin de jî rewşek metirsî ye. Ji 40-50 mêran tenê jinek tê berdan û bi taybetî dema hejmara jinên girtî li ber çavan bê girtin, ev mijarek divê ji nû ve bê nirxandin e. Ev mijar qet ne biçûk e û em jî pir girîngî didin û di meha Çileyê ku wek meha şoreşê tê zanîn de, pêwîst e jin jê agahdar bin û erkên ku divê em li hemberî wan pêk bînin hene.

Di mijara piştgirîkirina jinan de destkeftiyên herî balkeş ên hatine bidestxistin çi ne?

Bandorbûna jinan a di parlamentoyê de jî di nav de gelek destkeftî hene. Di Parlamentoya Misirê de ji bo jinan xebatek rast heye. Ji bilî destkeftiyên di mijara hişyarkirina Qanûna Rewşa Kesane de ger guhertinên rêxistinên femînîst daxwaz dikin bên pejirandin dê ji bo hemû kesan destkeftiyek rast û bi hêz derkeve bê jiyîn. Di drama Misrê de destkeftiyên ku rola jinan a bi hêz û bi bandor temsîl dikin jî hene. Li ser temaşevanan bandorên erênî çêbûn. Hinek berheman di heman demê de gelek pirsgirêkên jinan ji nîqaşên civakî re vekir û misogerkir ku civak bi nêrînek binêre.”