Jinên Ereb ên Şengalê: Rêber Apo azadiyê pêşkeşî me jinan kir

Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat li herêma Ereban a Şengalê bi pêşengiya jinan meşek girseyî hat lidarxistin. Jinên beşdarî meşê bûn gotin, “Rêber Apo hêvî û azadiyê pêşkeşî me jinan kir.”

Şengal - Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat meşeke girseyî bi pêşengiya jinan hat lidarxistin. Meş bi beşdariya Meclisa Jinên Ereb û Meclisa Gel a Herêma Ereban bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û rakirina wêneyên ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dike ji gundê Xelef heta gundê Barê yê Şengalê berdewam kir.

Daxuyaniya Meclisa Jinên Ereban ji aliyê endama reveberiya Meclisa Jinên Ereb Fatma Mustefa ve hat xwendin.

‘Komployê hemû jinên azadîxwaz kir hedefa xwe’

Daxuyanî bi şermezarkirina komploya 15’ê sibatê û soza bilindkirina asta têkoşînê heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û wiha hat gotin: “Bi navê Meclisa Jinên Ereb a Şengalê em komploya ku di 15’ê sibata 1999’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat şeremzar dikin. Komploya mezin a ku Rêber Apo kir hedef, di bingeha xwe de hemû netew û bawerî, jinên azadîxwaz kir hedefa xwe. Hemû gelên bindest kir hedef. Jinên ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan dest bi tekoşînê û doza azadiyê kirin hatin hedefgirtin. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de fikir û bîrdozya jinan hat hedefgirtin.”

‘Ji bo azadiyê têbikoşin’

Di dawiyê de bang li her kesê hat kirin ku ji bo bidestxistina azadiyê têbikoşin û wiha hat gotin: “Di dawiyê de em weke meclisa jinên Ereb a Şengalê bang li hemû sazî û dezgehên cîhanî yên ji bo azadiyê têdikoşin dikim ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bêdeng nemînin. Ji bo azadiya Rêber Apo pêwîst e zextê li dewleta tirk bikin.”

‘Rêber Apo hêvî û azadiyê pêşkeşî me jinan kir’

Endama Meclisa Gel a herêma Ereban Zihûr Ehmed jî da zanîn ku bê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê jiyana azad ava nebe û wiha got: “Em hemû pêkhateyên Ereb ji zarokan heta mezinan bang dikin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tiştek bikin. Em dizanin ku hemû dewlet û yên Ereb jî destê wan di nava komploya li dijî Rêber Apo de heye. Ji ber ku Rêber Apo hêza zanist û zanebûnê ye wî kirin hedef. Rêber Apo hêvî û azadiyê pêşkêşî me hemû jinan kir, em ê jî canê xwe fedayî rêberê xwe bikin.”

Endama Meclisa Jinên Ereb Meha Ebid jî da zanîn ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê her tiştî bikin. Jin û mêr em hemû ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin. Em îro hemû rabûne ji bo rêberê xwe. Ji ber ku fikrên wî ji bo her kesê ye. Ger fikrên jinan îro hebin û tînin ser ziman bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan e.”