Xizmên windakiriyan di hefteya 744'emîn de aqûbeta windayan pirsîn

ÎHD û Xizmên Windakiriyan di hefteya 744'emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ku di sala 1994’an de li gundê Kazandere yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibûn binçavkirin û windakirin pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan, di hefteya 744’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser bû hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ku di sala 1994’an de li gundê Kazandere yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibûn binçavkirin û windakirin hate pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn beriya xwendina serpêhatiya Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak axivî û wiha got: “Em îro dîsa ji bo edalet û wekheviyê û ji bo bidawîbûna tundiya ji ber pirsgirêka kurd derdikeve, ji bo aştiyê li vir in. Li Tirkiyeyê sibe hilbijartin tên lidarxistin û em di erefeya guherîn û veguherîneke mezin de ne. Em vê hilbijartinê weke mijareke mafên mirovan dibînin û em ê dengê xwe ji bo parastina mafên me yên bingehîn û ji bo guftûgoya çareseriya demokratîk bidin. Çawa ku em li van qadan têdikoşin, dê bi tercîha xwe ya demokratîk jî hesabê bipirsin.”

Çîroka Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak hat xwendin

Piştre jî endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Jiyan Orman serpêhatiya Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak xwend.

Jiyan Orman, vegotinên kurê Enter Ozdemîr ê bi navê Yûsûf Ozdemîr wiha ragihand: “Di 6’ê gulana 1994’an de li ser Pira Çeto ya gundê Kazandere ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera milîtanên rêxistinê û leşkeran de şer derket. Piştî pevçûnê saet di 01.00’an de leşker û cerdevanan bi ser gund de girt. Bavê min Enter Ozdemîr û ji şêniyên gund Bapîr Çitak bi hinceta rêyê nîşanî wan bidin bi xwe re birin. Piştre jî li nêzî gund dest û piyên bavê min û Bapîr bi panzerê ve girê dan. Nêzî 2 km’an kaş kirin û piştre jî leşkeran gule lê reşandin û înfaz kirin. Cenazeyên wan jî avêtin rexê rê. Leşkeran di danê sibehê de careke din bi ser gund de girtin. Şênî derb kirin û zextekî giran lê kirin. Piştre jî leşkeran ji gundiyan re got; ‘tavilê gund vala bikin û yên dernekevin em ê wan bikujin.’ Li ser vê yekê tevahiya gund hate valakirin. Şêniyên ku rojekê ji bo amûrên xwe çûn, cenazeyên bavê min û Bapîr dîtin û agahî dan me. Dema em ji bo wergirtina cenazeyan çûn, zextekî giran li me kirin. Destûr nedan ku em cenazeyên xwe jî veşêrin. Ji ber zext û gefên li me dihatin xwarin, wê demê me nekarî giliyê leşkeran bikin.” 

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.