Li Mexmûr 1’ê Gulanê hat pîroz kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî 1’ê Gulanê roja Karker û Kedkarên Cîhanê bi daxuyaniyekê hat pîroz kirin

Mexmûr- Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kirin. Daxuyanî li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Daxuyanî ji aliyê endama Şaredariya Mexmûrê Jiyan Pusat ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi rihê 1’ê Gulanê faşîzmê hilweşîne, xweseriya gelan mîsoger bike li hemberî pergala dewlet, kedxwar ya hezar salî bi têgihiştin û bi rihê 1’ê Gulanê em dakevin qadan, xwedî li îradeya xwe derkevin. Em di kesayeta şehîdên meha Gulanê Şehîd Mehmet Karasungur, Şehîd Mizgîn û Şehîdên meha çaran de hemu Şehîdên Tevgera Azadiyê bibîrtinin. Ked û îradeya hebûna mirov ya di nava jiyanê de û asta mirov ya nirx diyar dike. Ked û hebûna civakê dibin nîrê koletiya pergala desthilatdar de bi salane hatiye desteser kirin. Ji nava malê bigre heya hemu sazî û dezgeyên civakê ji aliyê komek mirov bune xwediyê vê cîhanê ve hatiye dagirkirin û bi desteserkirina ked û berhemê keda mirovahiyê re cîhanekî koleyane didin ava kirin. Keda xwe xwedî derketin û parastin vîna xwe parastine ango xwe bûyîn jiyan kirine. Taybet di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi hebûna jinan û li keda xwe xwedî derketin darbeya herî mezin ya li hişmendiya dagirker hatî dayîne.

Em ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçin û hilweşandina dagirkerî û faşîzmê nêzîkbûye. Em bi kelecana serkeftina hilbijartinê, bi rihê 1’ê Gulanê dakevin qadan, faşîzmê hilweşînin. Keda mirov îradeya mirove, biparêzin xweseriya gelan ava bikin. Bi vê boneyê em cejna kedkarên Cîhanê li mîmarê azadiyê Rêber APO, cangoriyên azadiyê, gêrîlayê azadiyê û tevahî karkeran pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘1’ê Gulanê li Rêber pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû