Li Îranê li ser jinan gefxarina 1’ê Gulanê

Komek jinên endamên sendîkayê yên li Îranê dijîn, ji bo îfadeyê hatin gazîkirin û ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin. Her wiha hat ragihandin ku li bajêr 3 sendîkayên karkeran hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, beriya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, Şaxa Parastina Ragihandina Polîsên Îranê bang li jinên endamên Federasyona Karkerên Azad ên Îranê kir û gef li wan xwar. Her wiha hat ragihandin ku 3 sendîkayên karkeran jî hatine girtin.

Federasyona Karkerên Azad ên Îranê  di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber sedemên bangên li karkerên li çar aliyê welat ji bo bidawîkirina ‘kiryarên nemirovane’ li kargehan ‘grevê bikin û çalakiyan bikin’ gef li endamên lijneyê hatine xwarin. Hejar Seîdî, Suzan Razanî û Hebîbe Kerîmî ku di nav wan çalakvanan bi rêya telefonê hatin tehdîdkirin dene, di salên dawî de ji ber xebatên xwe yên sendîkayî gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û girtin.

3 Cihê kar rêziknameya  hicaba zorî pêk neanîn hat girtin

Her sal bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran sendîkayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bang li karker û kedkaran dikin. Ji aliyeke din ve di heman çarçoveyê de 3 cihên kar li herêma pîşesazî ya “Opal” a Tehranê bi hinceta ku karkerên jin rêziknameya ‘hicaba zorî’ pêk naynin, hatin girtin û li dijî xwediyên wan doz hat vekirin.