Rewşa girtiya nexweş Fatemê Sepehrî her ku diçe xirab dibe

Rewşa Fatima Sepehrî a ku bi nexweşiya giran li Îranê girtî ye, roj bi roj xerabtir dibe.

Navenda Nûçeyan- Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir di meha 8’an de berdewam dike.

Çalakvan Fatemê Sepehrî ku di rojên destpêkê yên çalakiyan de hatibû girtin, rewşa tenduristiya wê nebaş dibe. Birayê çalakvana ku 3 emeliyat derbas kiriye, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku jiyana xwişka wî di xetereyê de ye û xwest demildest serbest were berdan.

Hat zanîn ku Fatemê Sepehrî piştî ameliyatê neçar mabû ku tedawiya fizîkî bîdîta û herwiha nexweşiya diyabet û tansiyona bilind pê re hebû. Çalakvana siyasî Fatima Sepehrî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Meşhedê ve bi 18 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.