‘Helwesta jin û civaka Êzîdî planên qirêj vale derxist’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ di derbarê pilanên PDK’ê yên li beramberî civaka Êzidî daxuyaniyek nivîskî weşandin û diyarkir ku hîn pilan û proje û êrîşên li ser civaka Êzidî bi dawî nebûne.

Navneda Nûçeyan- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ der barê kiryar û pilanên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li ser malpera xwe a fermî daxuyaniyek nîvîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Şengalê li beranmaberî 74 Fermanan xwe parastiye û wiha berdevam kir: “Ji dîrokê ve heya roja îro,  civaka Êzidî,  Şengal cihekî pîroz, mesken, sitargeh  ji xwe re dibîne. Şengal di dîroka gelê Êzidî de xwedî cihekî taybet e, ku ji 74 fermanan xwe  parastiye.

‘Pêşmergeyên PDK revîn û Şengal firotin çeteyên DAIŞ’ê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişadina li ser kiryarên PDK’ê û wiha dom kir: “Civaka Êzidî ji dîrokê heta niha rastî 74 ferman hatiye. Lê belê çi qasî ferman jiyan kiriye dev ji çanda xwe berneda ye. Di çand, bawerî, exlaq û rêbazên Êzidyatiyê de talan, ferman, li xwe mehr kirina jinan nîne. Li beramberî hemû êrîş, neheqî, talan û fermanan xwe parastiye û teslîm nebûye, Lê tu carî êrîş nekiriye. Di sedsala 21’an de civaka Êzidî rastî qirkirinek mezin hat. 3 Tebaxa 2014’an fermana 74’an hat jiyan kirin. Ferman li pêş çavên mirovahiyê hat jiyan kirin, her kes dizane ku di fermanê de  çi qewimî. Gelê Êzidî ne hat parastin, pêşmergên PDK reviyan û Şengal firotin çeteyên DAIŞ ê.”

‘Hîna pilan, piroja û êrîş bi dawî ne bûne’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku gelê Êzidî di fermanê de rastî îxaneta PDK’ê hatin û wiha hat gotin: “Di fermanê de milatê Êzidî rastî îxanetek mezin hat. Yên ku bi nan û xuyê Êzidiyan rabûyîn, bi salan civaka Êzidî bi biratî bi wan re jiyan dikir xiyanet li vê nan û xuyê Êzidiyan kirin. Demê ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir gelek malbatên Erebên Sunî bi DAIŞê re bûn yek û piştgirî danê . Destên wan ket xwîna Êzidiyan, jinên Êzidî li xwe mehr kirin û bi DAIŞ ê re ferman anîn serê civaka Êzidî. 8 sal li ser fermanê re derbas bûn, lê hîna plan, proje û êrîş bi dawî ne bûne. Pîlanên PDK, dewleta Tirk yên hevkarê DAIŞ ê û hikumeta Îraqê  li ser civaka Êzidî berdewamin. Li 9 cotmeha sala 2020’an hevpeymana qirkirinê îmze kirin. Di çarçoveyê vê hevpeymanê de êrîş û pîlanên qirêj li ser civaka Êzidî hene.”

‘Helwesta jin û civaka Êzîdî ev pîlana qirêj vala derxist’

Di daxuyaniyê de diyarkirin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê planên qirêj li ser civaka Êzidî dide meşandin û wiha hat gotin: “Beriya çend rojan bi hewldanên PDK ê , dewleta Tirk û hukmeta Îraqê 25 malbatên sunî yên ku bi DAIŞ ê re bûn ango destê wan di xwîna civaka Êzidî de hebûn xwestin li Şengal bi cih bikin. Bê ku ji aliyên hêzên ewlekariyê wek emin watenî, şirta û artêşa Îraqê ve dosya wan kesan ber çavan re bên derbas kirin, bi zextê xwestin wan bi cih bikin. Vegera koçberan ne erka hêzên ewlekariyê û leşkeriyêye, erka wezareta koçkoçberan e. Bi şêwazek wiha derbaskirina wan malbatan nîşaneya planek qirêj li ser civaka Êzidî û heremê ye. Helwesta jin û civaka Êzîdî ev plana qirêj vala derxist, lê ev plan bi dawî nebûye bi rêbazên cuda hewl didin pêk bînîn û tevlîheviyan di heremê de ava bikin. Çi dibe bila bibe li hemberî hemû cûre pîan, êrîşan, wek jin û civaka Êzidî wê helwesta me her dem xurt be.”

‘Em lîstoka heyî napejirînin’

TAJÊ di dawiya daxuynaiyê de bang li hikumeta Îraqê kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk û wiha bi dawî kir: “Em wek Tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ vê listoka heyî napejrînin, em bang li hukmeta Îraqê dikin ku neyên lîstoka dewleta Tirk û PDK ê. Carekî din li ser civaka Êzidî û heremê DAIŞ bi hewldanên PDK’ê û dewleta Tirk tê zindî kirin ev yek metirsiyek cidî ye. Ji ber vê yekê em bang li hêzên navnetewî, mafê mirovan  tevahî cihên pêwendîdar dikin ku li hemberî vê kiryara dervayî exlaqê mirovî û qanûnî, xwedî helwest bin, kesên ku vê planê pêk tînin bêne darizandin.”