Malbata Şenyaşar: Em ji bo kedkaran jî edaletê dixwazin

Malbata Şenyaşar bal kişand ser 1'ê Gulanê Cejna Ked û Piştevaniyê û got, "Em ji bo kedkaran jî edaletê dixwazin."

Riha-Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin di roja 770'an de berdewam dike. 

Malbata Şenyaşar danê sibehê hatin pêşiya pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" û dest bi nobetê kirin. Ferît Şenyaşar li nobedê axivî û got, “Îro jî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran e. Em ji bo karkeran jî edaletê dixwazin. Em ê jî bibin dengê 301 karkerên madenê yên li Somayê hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe û desthilatdariya ku ev neheqî û bêhiqûqî kiriye wê biçe. Em ê bi hev re edalet û aştiyê bînin Tirkiyeyê."