Avakirina şoreşê bi keda jinê tê hûnandin

Jinên cotkar ên di pêvajoya hilberîna çandiniyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû jinan dikin ku di avakirina şoreşê de bibin perçeyek ji vê hilberînê.

Qamişlo – Avakirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya kedkaran didome. Jin dema ku bi awayekî aktîf beşdarî jiyana xebatê dibin, bi projeyên nû tevkariya înşaetê dikin, di pêşketina aboriya herêmê de jî roleke girîng dilîzin. 

Di projeya “Demsal”ê de ku ji aliyê Saziya Aboriya Jinê ya bajarê Qamişlo ve hatiye lidarxistin de, armanc ew e ku bi çandina zeviyên çandiniyê pêdiviyên çandiniyê yên herêmê were dabîn kirin û pêdiviyên sereke yên weke sebze û fêkî çêbibe. Jinên cotkar ên beşdarî projeya “Demsal”ê dibin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin û ji bo zêdekirina hilberînê bang li hemû jinan dikin ku bixebitin.

'Me karî aboriya xwe ava bikin'

Yek ji cotkarên jin Lamaa Owaid diyar kir ku beriya ku bikeve jiyana xebatê haya wê ji girîngiya serxwebûna aborî tunebû û wiha got: "Haya min ji girîngiya xebat, xweserî û serxwebûna aborî tune bû. Pisporiya min tu karî de nîn bû lê îro bi saya fikra azad û şoreşa jinê me di her qadê de bi taybet di warê çandiniyê de xwe îspat kir. Jinan karîn aboriya me ava bikin, ev jî bû pêngavek ku bû sedem ku hejmareke zêde ya jinan bikevin nava kar û rêjeya bêkariyê kêm bike.”

Cotkar Maha Mihemed jî bang li hemû jinan kir ku di warê aborî de xwe bi hêz bikin û rola xwe di cihên kar de bilîzin. Maha Muhammed diyar kir ku ji bo guhertina feraseta civakê ya li ser jinên kedkar beşdarî projeya 'Demsal' bûye û wiha gotinê xwe domand: “Êdî ez dikarim li her qadê bixebitim. Tevî hemû westandinê jî, ji bo avakirina avahiyeke nû, bi hêz û ji xwe bawer, em gelekî xebitîn. Me kesayetek ku dikare beşdarî pêvajoya biryargirtinê bibe û di avakirina civakê de beşdar bibe ava kiriye. Ez bang li jinan dikim ku projeyên xwe ava bikin û bidin destpêkirin û ji xwe bawer bin."