Xezayî li hemberî şewb û birçîbûnê têdikoşin

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne her diçe zêde dibe. Kesên ku di bin topbaranan de mane li hemberî şewbê û birçîbûnê têdikoşin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 97’an de berdevam dikin. Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê di daxuyaniya ku herî dawî da diyar kir ku di êrîşan de 23 hezar û 357 kes jiyana xwe ji dest dane û 59 hezar û 410 kes jî birîndar in. Balafirên şer ên Îsraîlê bi şev êrîşî mala malbata Ebû Namûs a li herêma El-Mûesker a rojavayê Xan Yûnisê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 25 kesên ku di nav de jin û zarok jî hene birîndar bûne. Li bakurê bajarê Refahê di êrîşa esmanî ya li ser mal û kesên ku ji cihê xwe bûne de pêk hat û di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Her wiha di nûçeyên hat parvekirin de hat ragihandin ku di encama topbarana yekîneyên Îsraîlê ya li ser herêma Es-Sewabîte ya li bakurê rojhilatê Refahê de gelek kes birîndar bûne.

Bang li cîhanê hat kirin

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê, Îsraîlê li herêma Deyr el-Balhê ku wek herêma ewle hatibû îlankirin, li mala li kêleka Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê xist. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşê herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û hat destnîşankirin ku berovajî îdiaya Îsraîlê li Xezayê herêmeke bi ewle tune ye. Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî hat şermezarkirin û bang li cîhanê hat kirin ku qirkirina sivîl, zarok û jinan rawestîne.

'Bêhna pergala tenduristiyê hêdî hêdî tê fetisandin '

Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser xerabûna pergala tendirustiyê ya li Xezayê careke din hişyarî da û xwest şer bi dawî bibe. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths, di nivîsa xwe ya li ser medyaya dîjîtal de got: "Ji ber ku li Xezayê hedefgirtina nexweşxaneyê berdewam dike, pergala tenduristiyê hêdî hêdî tê fetisandin."Di belavokê de hat ragihandin ku bêyî pergala tenduristiyê jinên ducanî nikarin zarokên xwe bi awayekî ewle bînin dinyayê, zarok nikarin bê derzîkirin, nexweş û birîndar jî nikarin bê dermankirin û wiha hat gotin: "Mirov dimirin. Divê ev şer bi dawî bibe."

'Pergala tenduristiyê hilweşiya'

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di kongreya xwe ya dawî de diyar kir ku topbarana li derdora Nexweşxaneya Şehîdan a Aksayê ya li Dêra Belahê didome û ji çaran sê navendên tenduristiyê nikarin xizmetê bidin. Stephane Dujarric, bal kişand ku piraniya xelkê Xezayê ji pergala tenduristiyê bê parin û diyar kir ku tedawiya 350 hezar kesên ku bi nexweşiyên kronîk ketine tê astengkirin. Di daxuyaniyê de her wiha bal kişand ku ji ber şert û mercên nebaş ên jiyanê 1,9 milyon mirovên ji cih û warên xwe bûne di bin xetereya şewbê de ne.

Li Xezayê xelk birçî ye

Xelkê Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê û her wiha ji ber zehmetiyên ku di gihandina alîkariyên mirovî de dikşînin birçî ne. Bi taybetî jî raporên ku Neteweyên Yekbûyî ji herêmê amade kirine vê rastiyê radixe ber çavan. Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de diyar kir ku li Xezayê ji sedî 45 mes birçî ne û li hinek herêman ji 10 malbatan 9 ji wan rojekê bê xwarin derbas dikin.