Kongra Star biryara darvekirênê li dijî jinên li Efrînê şermezar kir

Li dijî biryara dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ên derbarê darvekirina du jinên Efrînê, Kongreya Star Efrîn-Şehbayê daxuyanî da.

Şehba- Li gorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan, dadgehên girêdayê dewleta Tirk li herêmên dagirkirî cezayê darvekirinê li dijî du jinên revandî yên di girtîgehan de û  cezayê  muebedêjî  li 8 jinên revandî birî. Kongra Star Efrîn-Şehbayê derbarê kiryarên dewleta Tirk daxuyanî da. Daxuyanî li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê bi amadebûna jinên wargehê û endamên saziyên jinan, hat xwendin.  Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Efrîn-Şehbayê Şêrîn Mihemed ve hat xwendin

Şêrin di destpêka daxuyanî de wiha got: "Bajarê Efrînê yê dagirkirî ji sala 2018’an û vir ve rastî binpêkirinên berfireh li ser jinan tê, ji dema ku dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kiriye ve heta niha her cure kiryarên dermirovî diqewimin. Di çarçoveya tawanên şer de li gorî zagona ceza ya navneteweyî û Peymana Cenevreyê, bi darê zorê windakirin, binçavkirin, destavêtin û daxwaza fîdyeyê, hemû dikevin nava tawanên şer.

‘Armanc qirkirina gelên herêmê ye’

Armanc qirkirin û jiholêrakirina gelên herêmê, belavkirina teror û gendeliyê û anîna herêmê ber bi tehlûkeyê ku bi destên Erdogan û malbata Barzanî bi nûneratiya Ebû Emşa û çeteyan pêk tê.

Di dawiya daxuyaniyê de Şêrîn Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir û got: "Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovahî dikin ku bi lezgînî mudaxeleyî binpêkirin û tawanên li girtîgehên li herêmên dagirkirî yên ku jin, zarok, xweza û dîrokê dikin hedef, di çapemeniyê de biweşînin û wan weke sûcdarên şer û rêxistinên terorîst eşkere bikin û li gorî peymanên navneteweyî ji wan hesab bê xwestin.

Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.