Doza li dijî Îsraîlê ya bi tawana “qirkirina komî" hatibû vekirin dest pê dike

Doza ku dijî Îsraîlê bi tawana “pêkanîna qirkirina komî" hatibû vekirin, îro dest pê dike. Her wiha UNRWA’yê ragihand ku ji destpêka şerê 7’ê Cotmehê ve heta niha milyonek û 900 hezar kes ji Xezayê koçber bûne.

Navenda Nûçeyan-Doza ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve di Kanûna 2023’yan de li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî der barê Îsraîlê de bi tawanbariya pêkanîna "Qirkirina komî" ya li Xezayê hatibû vekirin, îro dest pê dike. Her wiha Saziya Alîkariya bi Penaberên Filîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku ji destpêka şerê 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve milyonek û 900 hezar kes ango ji sedî 85 şêniyên bajar ji Xezayê koçber bûne.

Danişînên doza ku dijî Îsraîlê hatibû vekirin wê îro destpêbike

Danişînên doza ku dijî Îsraîlê bi tawana “pêkanîna qirkirina komî" hatibû vekirin wê îro û sibe li Dadgeha Ceza ya Naventeweyî ku navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye, bên dîtin. Doz bi Tawana, "Şerê Îsraîlê ku li Xezayê li dijî Hemasê dimeşîne peymana pêşîgirtina li sûcên qirkirina komî ya 1948’an binpê dike" hatiye vekirn.

Di rûniştinan de dê daxwaza Afrîka Başûr a rawestandina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Xezayê jî were guhdarkirin.

Piştî vekirina dozê Kolombiya û Brezîlyayê jî piştgirî dabûn Afrîkaya Başûr.

Nûnera NY’ê wê tawanên têkildarî tundiya zayendî kom bike

Li aliyê din li gorî berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, wê Nûnera Taybet a NY’yê Pramila Patten ku erka wê lêkolînkirina tundiya zayendî ya di dema şeran de ye, di dawiya Çileyê de biçe Îsraîl û Şerîda Rojava (Filîstîn). Patten wê li van deran tawanên têkildarî tundiya zayendî ku ji dema êrişên 7’ê Comtehê ve pêk hatine, kom bike.

Desthilatdariya Îsrarîlê jî lêpirsînek têkildarî sûcên zayendî ku di êrişên li dijî wê hatine kirin de vekiriye. Îsraîlê demek beriya niha rexne li DYA’yê kiribû ku di vê mijarê de erka xwe bi awayekî baş pêk nayne û sûcên tên kirin, nabîne.

23 hezar û 357 kes hatin kuştin û 59 hezar û 410 kes birîndar bûn

Li gorî daneyên AFP’ê, ji destpêka şerê Îsraîlê û Hemasê (7’ê Cotmehê 2023’an) ve, li derdora hezar û 140 kes hatin kuştin. Lê li gorî wezareta tenduristiyê ya Xezayê 23 hezar û 357 kes hatine kuştin û 59 hezar û 410 kes birîndar bûne.

Ji sedî 85 kesên li Xezayê koçber bûn

Her wiha Saziya Alîkariya bi Penaberên Filîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku ji roja destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve milyonek û 900 hezar kes ango ji sedî 85’ê şêniyên Xezayê ji bajar koçber bûye.

UNRWA’yê diyar kir ku derdora milyonek û 4 hezar koçber 155 navendên wê yên li Xezayê dimînin.

Ji destpêka şer ve 146 karmendên URNWA’yê hatine qetilkirin

URNWA’yê da zanîn ku ji destpêka şer ve 146 karmendên wê hatine kuştin û diyar kir ku 150 hezar kes ji ber fermanên Îsraîlê yên valakirina herêma navîn û Xan Yûnisê, ji navendên wê dûr ketine.