Li Afganistanê bi pileya 6.4’an erdhej çêbû

Li Afganistanê ku bi pileya 6,4 navenda wê navçeya Jurm a Badexşah bû erdhej çêbû. Erdhej li welatên cîran jî hat hîskirin.

Navenda Nûçeyan- Li Afganistanê bi pileya 6,4 ku navenda wê navçeya Jurm a Badexşah e erdhej çêbû. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), ragihand ku erdhej li gorî saeta herêmî di saet 13.52’an de çêbûye, di kûrahiya 206 kîlometro de pêk hatiye.

Erdhej, li paytext Kabîlê û parêzgehên bakurê Afganistanê û welatên cîran Ozbekistan, Tacikistan û Pakistanê jî hat hîskirin. Rêveberiya Talîbanê heta niha der barê xisar û ziyanan de tu daxuyanî neda.

Li gorî daneyên fermî di erdhejên bi pileya 5 û 6,5’an ku Cotmeha sala 2023’an li parêzgeha Heratê li bakurê rojavayê Afganistanê pêk hatin de, 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.