'Sakîne Cansiz sembola têkoşîna jinan e'

Sernivîskara Kovara Tawar Şîrîn Tahir her sê jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin bibîranî û diyar kir ku têkoşîna Sakîne Cansiz û hevalên wê bandorê li hemû jinên cîhanê kiriye.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Dewleta Tirk di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa ya Parîsê qetil kirin. Sernivîskara Kovara Tawar wan bibîranî her sê jinên pêşeng bibîranî û da zanîn ku Sakîne Cansiz û hevalên xwe ji bo tevahî jinên têkoşer bûne sembola têkoşînê û bandorê li hemû jinên cîhanê kiriye.

‘Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna gelê Kurd e’

 Şîrîn Tahir diyar kir ku Sakîne Cansiz şehîdek qehreman û sembolek e ji bo têkoşîna jinan û neteweyî û wiha got: “Dema em nav dibihîsin an jî tiştekî dibînin û dixwînin dizanin ku Sakîne Cansîz ne kesek asan e, kesek têkoşer e û di civakê de jinek mezin a têkoşer e û jinan hişyar kiriye.”

‘Armanca Sakîne Cansiz armanca hemû jinan e’

Şîrîn Tahir da zanîn ku Sakîne Cansîz sê fikrên cuda jineolojî, çînayetî û neteweyî bingeh girtiye û ev sê bingehe di têkoşîna Sakîne Cansîz de xalên sereke bûne, ji bo çespandina azadiyê li ser bingehê van prensîban li ser van rêbazana xebat dida meşandin. Armanca Sakîne Cansîz armanca hamû jinan e. Xebata wê bandorê li ser hemû jinên Kurdistanê kir. Jinên her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê Sakîne Cansiz û hevalên wê weke sembola têkoşînê û fikrên azad dibînin.”

‘Civaka mêrsalarî ji azadiya jinan ditirse’

Şîrîn Tahir destnîşan kir ku her jina fikrên azadiyê biparêze di civaka mêrsalarî de her dem rastî astengiyê tên û got: “Ji ber dema ku mêr fikrên wan ên azad hebin, tenê metirsiya sîstemê li ser wan e, metirsiya civaka mêrsalarî li ser nîn e. Lê belê dema ku jin fikrên wan ên azadiyê biparêzin û li mafên xwe xwedî derbikevin, ji bo civak û mêrên di nava sîstemê de dibin metirsî. Ji ber wê jinên xwedî fikrên azad zêdetir rastî astengiyan tên û destûr nayê dayîn jin xwedî li mafên xwe derbikevin û bi awayekî azad bijîn.”