Şandeyek ji rêxistinên jinan serdana konê çalakiya Kurdên li taxa Newroz kir

Şandeyek ji rêxistinên jinan bi armanca piştevaniya ji bo çalakvanan serdana konê çalakiya Kurdên taxa Newrozê ku 10 roj in li dijî artêşê di nava çalakiyê de ne, kirin û hewldanên dagirkeran şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Iraqê 10 roj in ketiye nav taxa Newrozê ya Kerkûkê û dixwaze Kurd malên xwe vale bikin. Artêş dixwaze di malên Kurdan de malbatên Erebên biyanî yên bajêr bi cih bike. Niha 7 xaniyên li taxê ji aliyê leşkerên Iraqê ve bi wesayîdên zirxî hatine dagirkirin. Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirî vala nekirine. Li hemberî vê hewldanê, şêniyên taxê kon vedane û li ber xwe didin.

Îro danê nîvroyê şandeyek ji rêxistinên jinan ên bajarê Kerkûkê bi armanca piştevaniya ji bo çalakvanên taxa Newroz serdana konê çalakiyê kir.

Her wiha şandeyê hemû hewldanên li dijî îradeya şêniyên Kerkûkê tên kirin bi taybetî dagirkeriya artêşa Iraqê ya ku 10 roj in li dijî Kurdên taxa Newroz didome, şermezar kir.