Li Rojhilatê Kurdistanê zarokek keç bi guleyan jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin ku li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê di encama şerê di navbera du kesan de zaroka bi navê Nîka Ehmed Zad a 6 salî jiyana xwe ji dest daye û dayika wê jî bi giranî birîndar bûye.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê polîsên bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê Qudret Heyderî, ragihand ku di navbera du kesan de şerê bi çek derketiye. Her wiha hat diyarkirin ku şer li taxa Çal Sera ya li parêzgeha Îlamê qewimiye û dema ku zarokek 6 salî û dayika xwe di heman cihî re derbas dibûn ketine ber guleyan. Di encamê de zaroka bi navê Nîka Ehmed Zad a 6 salî jiyana xwe ji dest da û dayika wê jî bi giranî birîndar bû.

Polîsên Îlamê destnîşan kirin ku her du kesên şer kirine reviyane û lêkolîn û lêpirsîn hatine destpêkirin.