Xelatgirên Nobelê: Di pevçûnan de ewlehiya zarokan misoger bikin

30 xelatgirên xelata Nobelê bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin û gotin bê ku alî ferq bike ewlehiya zarokên ku ji pevçûna Îsraîl-Hamasê bandor bûne, bê mîsogerkirin.

Navenda Nûçeyan - 30 xelatgirên xelata Nobelê der barê şerê Îsraîl û Hamasê de daxuyaniyeke hevpar dan. Xelatgirên Nobelê Kailash Satyarthi, Steven Chu, Mohammed El Baradei û Jody Williams jî di nav de di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de bi taybetî bal kişandin ser rewşa zarokan. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Zarokên Filistînî zarokên me ne. Zarokên Îsraîlî zarokên me ne. Em bang li her kesî dikin, bi bîr bînin ku tu eleqeya zarokan bi şer re nîne û ji encamên şer ne berpirsyar in." Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest zarokên hatine revandin bên berdan û hat gotin, "Nabe zarok ji av, xwarin, xizmetên tenduristiyê û stargehê bêpar bimînin." 

30 navan xwestin ku ewlehiya zarokan bê mîsogerkirin.