Kombûna Jinan a Zenûbiya: Nifteya aştiya li Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye

Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku ew beşdarî pêngava cîhanî ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dibin û wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Reqa – Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Reqayê, bi beşdariya endamên meclîs, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, saziyên sivîl ên Reqayê daxuyaniyek li stada Beledî da. Berdevka meclîsê Sewsen Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclîsê berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, binxistina komploya navneteweyî bi berxwedaneke bêhempa, têkbirina hêzên komploger, pûçkirina pergala tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê, silav kir.

Meclîsê ragihand ku ew tevlî pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dibe û got: “Em piştgiriya pêngavê dikin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em dengê xwe bilind dikin.”

Meclîsê teqezî bi mezinkirina têkoşînê kir ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha hat gotin ku divê cîhan baş fêm bike ku navenda pêkanîna aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn, li Îmraliyê ye.

Dê çalakiyên cûr be cûr bên kirin

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Zenobîa Hafize Mulla a ji ajansa me re axivî got, “Îro me tevlîbûna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a gerdûnî îlan kir. Bi kampanyayên meş, daxuyanî û semîneran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin û em ê çalakiyên xwe bidomînin.” Hafize Mulla anî ziman ku heya şikandina tecrîdê ewê li ser lingan bin.