Îsrailê gef li Xezayê xwar: 20 nexweşxaneyan vala bikin

Hate diyarkirin ku artêşa Îsrailê gefa valakirinê li 20 nexweşxaneyên li bakûrê Şerîda Xezayê ya di bin dorpêçê de ye, xwariye.

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya ku televizyona dewletê ya Îsraîlê KAN dispêre çavkaniyên ewlehiyê yê Îsrailê digre, hat diyarkirin ku Îsrailê gefa valakirinê li 20 nexweşxaneyên li bakûrê Xezayê xwariye. Piştî gefê zanyarî hatin parvekirin ku 6 nexweşxane hatine valekirin.

4 nexweşaneyên ku gefa valakirinê lê hat xwarin kî ev yek red kirin. Li nexweşxaneyên ku biryara valakirinê girtine hate diyarkirin ku tehliyekirin destpê kiriye. Saziyên navnetewî yên Netewên Yekbûyî (NY) derbarê qeyrana mirovî ku ji ber bombardûmana ku ev 15 roj e Îsrailê pêk tîne û ji ber dorpêça li Şerîda Xeza tê jiyankirin de hişyarî da. 

Di êrîşa nexweşxanê ya ku Îsraîlê di 17’ê Cotmehê de li Xezayê pêkanî de 471 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 28 jê giran 342 kes jî birîndar bûbûn. Îsraîl di 20’ê Cotmehê de (duh) “ji bo amadekariya bombebaranê” daxwaz kir ku demildest Nexweşxaneya Qudsê ya li başûrê Xezayê bê valakirin.