Malbatan di hefteya 767’an de li aqubeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Huseyîn Aydemîr ê ku di sala 1995’an de li Stenbolê piştî hat binçavkirin êdî jê xeber nehatî girtin pirsîn.

Amed – Komelya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê (ÎHD) û xizmên windayan di hefteya 767’an a çalakiya ‘Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin’ carek din hatin ba hev.

Malbatên ku hatin ba hev li ber bîrdariya mafê jiyanê yê li parka Koşuyoluyê, pankarta ku wêneyên windayan tê de bûn vekirin û wêneyên kesên ku hatin qetilkirin bilind kirin.

Beriya daxuyaniyê sekreterê Şaxa Amedê (ÎHD) Omer Saman bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Em di pêvajoya şerê li Rojhilata Navîn de derbas dibin. Duh hemû şaxên me di heman saetê de çalakiya nameya ji bo NY li dar xistin. Ji bo rawestandina şer me banga mudaxeleya demildest kir. Li vê derê em careke din bang dikin ku şer bi dawî bikin.”

Çîroka Huseyîn Aydemîr hat xwendin

Vê hefteyê çîroka Huseyîn Aydemîr ê di 19’ê cotmeha 1995’an de li Stenbolê hat windakirin hat vegotin. Çîrok ji aliyê Endama ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hat xwendin. Berfîn Elçî da zanîn ku Huseyîn Aydemîr ê ku li gundê Tûtê yê Lice dijiya 34 salî û bavê 6 zarokan bû, tiştên ku wê demê li vê erdnîgariyê dihat jiyîn wiha anî ziman:

“Lice di wê demê de ji ber ambargoya xwarinê veguherîbû dojehê. Huseyîn Aydemirê ku bi tîcareta lawiran mijûl dibû di hedefa hêzên ewlehiyê de bû. Dem bi dem bi ser mala wan de dihat girtin û rastî tundiyê dihatin. Leşkerên ku bi ser malê de digirtin digotin ger teslîm nebe wê li cihê ku Aydemîr bibînin wî bikujin û bi panzerê ve bikin û bikşînin wisa gef li malbata Aydemîr dixwarin. Di dema serdegirtinê de bavê Aydemir hat binçavkirin. Bavê ku 20 rojan di binçavan de ma û binçavkirina bav înkar dikirin rastî îşkenceyê hat. Gefa ku ji ‘Kurê xwe re bibêje bila teslîm bibe’ li bav dixwarin. Aydemîrê ku di van şert û mercan de neçû malê, li gel malbata xwe destpêkê li Amedê piştre jî koçî Edeneyê kir. Lê belê li van deran jî ji zext û gefan rizgar nebû. Di nava sala 1995’an de çû Stenbolê.”

‘Em dest jî daxwaza edaletê bernadin’

Tiştên ku Huseyîn Aydemîr jiya bi van gotinan anî ziman:

“Di sibeha 19’ê Cotmeha 1995’an de çû mala havalê xwe yê nêz Fehmî Tusun ê li Avcilarê. Piştî herdu heval bi hev re taştê xwarin di navbera saet 10:00’an de ji malê derketin. Li Aksarayê dema ku di rê de dimeşiyan du wesayîdên rengê wan spî nêz bûn û ew bi zorê xistin nava wesayîd. Malbata wan dema zanîn ku ji aliyê polîsên sivîl ên Aksarayê ve hatine binçavkirin û birine, serî li hemû riyên zagonî dan. Malbata ku li her derê li kurê xwe digeran gihan zanyariya ku Aydemîr ji aliyê polîsan ve birine Enqere û  di dema li emniyeta Enqere teslîmî rayedarên leşkerî kirine. Lê belê hemû serlêdananên malbatê bêencam man. Binçavkirina Aydemîr û hevalê wî Fehmî Tosun ji aliyê hemû saziyên dewletê ve hat înkarkirin. Ji bo aqubeta wan derbike, kiryar werin darazandin tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Demborî weke hincet nîşan dan di dozê de biryara neşopandinê dan.

Di binçavan de windakirin di şert û mercên binpêkirina sîstematik a mafên mirovan de çêbûye. Ên ku ev şert avakirin hebûna sîstema bê cezatiyê ye. Di hefteya me a 767’an de ji bo aqubeta Aydemir derbikeve û ev sûcê ku li dijî mirovatiyê, tesbîtkirina gumanan der barê wan de em daxwaza xwe ya lêpirsînek berfireh dikin. Dayika Aydemîr dayika Asya wek dayika Berfo, dayika Fatma, dayika Elmas û dayika Meryem beriya ku bigihîjin zarokên xwe ji jiyanê bi awayek çav vekirî çûn. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê dest ji  daxwaza edaletê ya dayika Asya, Aydemîr û hemû windahiyan bernadin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştina xizmên windayan bi dawî bû.