Sûcên şer ê dewleta Tirk hat nîqaşkirin

Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê derbarê sûcên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panêlek li dar xist. Di panelê de bal li ser kiryar û êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê hat kişandin.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan ji mafnas, hiqûqnas, kesayetên serbixwe, parêzer û siyasetmederan, Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê panêlek di bin dirûşmeya “Li gor zagona navdewletî tawanên dewleta Tirk a dagirker ji 4 heta 10’ê Cotmehê” li dar xist.

Di panêlê de li ser êriş li dijî binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zirarên ku bbi êrişên li ser binesaziyan gihiştiye pêkhateyên li heremê, gelek nirxandin hatin kirin. Her wiha bal li ser zagonên navdewletî yên ku kiryarên dewleta Tirk wekî sûc tesbît dikin, hat kişandin.

‘Êriş li ser mirovahiyê ye’

Parêzer û di heman demê de Hevseroka Giştî ya Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemaledîn derbarê lidarxistina panelê de ev nirxandin kir: “Panel der barê sûcên dewleta Tirk ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser gel pêk tîne, tê lidarxistin. Em li vir in ji bo ku em hemû kiryarên dijmirovî û dijqanûnî yên ku tên kirin, ronî bikin. Dewleta Tirk bi van êrîşan zagonên navdewletî binpê dike û hewl dide binesaziya herêmê hilweşîne. Di heman demê de gelê herêmê û mirovahiyê dikuje.”

Dê sûcên Tirkiyê dê pêşkeşî dadgehên navnetewî bê kirin

Beşîra Cemaledîn a li dijî êrişan bêdengiya heyî şermezar kir, bal kişand ku weke parêzer dê ew ê ji bo dadgehkirina dewleta Tirk têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Em ê wekî parêzer di hêla zagonî û huqûqî de van sûcan belge bikin û ji dadgehên navdewletî û navneteweyî pêşkêş bikin. Taybet li gorî xala 4’emîn ji zagona Romayê ya sereke ku van êrîşan weke sûcên şer û dagirkirinê dihesibîne. Her wiha em bi tundî bêdengiya cîhanê li hemberî kiryarên Tirkiyê şermezar dikin û em ê her kar û xebatên xwe ji bo biserxistina doza rastiyê bimeşînin.”