Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 969’an de ji bo xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin dîsa hatin astengkirin. Mirov û Dayikên Şemiyê xwestin bimeşin Qada Galatasarayê vê hefteyê jî bi kelepçeyên berovajî hatin binçavkirin.

Stenbol - Mirov û Dayikên Şemiyê di hefteya 969’emîn de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kiryar bên darizandin, ji bo li Qada Galatasarayê bicivin, meşiyan.

Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de Parlamenterê Stenbolê yê HEDEP’ê Cengîz Çîçek, Celal Firat, Ozgul Sakî, Parlamenterê Partiya Karkerên Tirk (TÎP) Ahmet Şik, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn beşdarî civînê bûn.

Cadeya Îstîklalê û hemû kuçeyên ku derdikevin Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Girseya Dayikên Şemiyê ku xwestin biçin qadê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafê Mirovan (AYM) jî biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê hincet nîşan dan û çalakiya dayîkan asteng kirin. Girse demek dirêj di dorpêça polîsan da ma. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyên dorpêçê bigrin jî ji wir hatin dûrxistin.

‘Hûn sûcê destûra bingehîn dikin’

Parlementera HEDEP'ê ya Stenbolê Ozgul Sakî xwest tevlî girseyê bibe, lê polîsan asteng kir. Ozgul Sakî ku li cihekî cuda ji girseyê hat dorpêçkirin got: “Her yek ji we niha sûc dike. Binçavkirina kesên ku beşdarî çalakiya Şemiyê bûne sûcekî destûra bingehîn e. Em ê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Em ê li gel Dayikên Şemiyê bin û ji niha û pê ve jî bi hemû hêza xwe em ê hevgirtina xwe mezin bikin.”

Cengîz Çîçek jî diyar kir ku ew ê bibin yek û got: “Sekin û têkoşîna Dayikên Şemiyê serbilindiya vî welatî ye.”

26 kes hatin binçavkirin

Polîsan piştre Mirov û Dayikên Şemiyê jî di nav de 26 kes bi kelepçeya berovajî hatin binçav kirin. Piştî pêvajoya binçavkirinê parlementer ji qadê dûr ketin.

Dayikên Şemiyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de bertek nîşanî dorpêça polîsan dan û wiha gotin: “Mertalan têr nekir, vê carê hevalên me bi wesayîtên binçavkirinê hatin dorpêçkirin. Kes nikare şahidiya tiştên ku di bin dorpêçê de qewimin, bikin. Em bi fikar in.”