WHO: Ji ber hepatîta vîros di salê de 1,3 milyon kes mirin

Li gor rapora hepatît ya gerdûnî ya 2024’an a Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO), di giştî cîhanê de ji ber enfeksyonên hepatît B û C her roj 3 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest didin. Bal kişand ku rêjeya tedawiyö ji bo kêmkirina mirina ne têrker in.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO) rapora hepatît ya gerdûnî ya 2024’an eşkere kir. Di rapora ku daneyên 187 welatan cih girtî de, bal kişand ku ji ber hepatît mirin zêde bûne, diyarkir ku ji ber hepatîta vîros, 1,3 milyon kesan jiyana xwe ji dest dane. 

‘Her roj 3 hezar û 500 kes dimirin’

Di raporê de hate destnîşan kirin ku hepatît di giştî cîhanê de ji ber nexweşiyên belav dibin metirsiyên mirinê sedema dûyem ya herî mezine, ji ber hepatîta vîros hejmara texmînî ya miriyan di sala 2019’an de ji 1,1 milyon, di sala 2022’an de giha 1,3 milyonan. Di raporê de ev tişt hate gotin: “Sedemê ji sedan 83’ê van mirinan hepatît B, ji sedan 17 jê jî hepatît C bû. Ji ber enfeksyonên hepatît B û C di giştî cîhanê de her roj 3 hezar û 500 kes dimirin.” 

‘Nivê enfeksiyonên hepatît di kesên di navbera 20-54 salî dene’

Di raporê de hate diyarkirin ku li gor texmînan di sala 2022’an de 254 milyon kes hepatît B, 50 milyon kes jî bi hepatît C jiyan dikin. Enfeksyonên hepatît B û C ya kronik nivê wê kesên di navbera 30- 54 salî dene, ji sedan 12’ê wê jî di nav azarokên dibin temenê 18 salî de ye. Di raporê de bal kişand ku di giştî cîhanê de di bûyerên hepatît de kemek daketin hatiye jiyan kirin. Di sala 2019’an de hejmara enfeksyonên  2,5 milyon, di sala 2022’an de bû 2,2 milyon.

‘Her roj hepatît di vedire zêdeyî 6 hezar kesan’

Di raporê de tesbîta ‘her roj hepatîta vîros di vedire 6 hezar kesan’ de cih girtî, di giştî cîhanê de tenê ji sedan 13 ên ku efeksyona hepatît B ya kironik jiyan dikin hatiye teşhîs kirin û di dawiya sala 2022’an de nêzî ji sedan 3 (nêzî 7 milyon kes) tedawîya entîvîros pêkanîne. Di raporê de hate destnîşan kirin ku nexweşên hepatît C ji sedan 35 jê hatine teşhis kirin û ji sedan 20 jê (nêzî 12,5 milyon) kes tedawî dibînin. 

 ‘Rêjeyên tedawiyê ji bo kêmkirina mirinan ne têrkere’

Di raporê de wiha hate gotin: “Ev encam heta sala 2030’an kesên ku hepatîta B û C ya kronik jiyan dikin ji sedan 80 derbarê tedawîkirinê de dibin hedefên gerdûnî de gelek kêm dimînin. Lê belê texmînên ku di sala 2019’an de hatin nîşan dan heta niha di çarçoveya tedawiyê de kêm başbûn îşaret dike.”

Di raporê de hate destnişankırın ku belavbûna hepatîta vîros weke herêmî hate guherîn, li herêma Efrîqa enfeksyona hepatît B ya nû ji sedan 63 hatiye dîtîn. Di raporê de hate bi bîrxistin ku mirinên ji ber hepatît B ji sedan 47 li herêma Pasîfîka Rojava hate dîtin, di nav kesên ku teşîsa wê hatiye danîn de ji sedan 23 ye, ji bo kêmkirina mirinan ne têrkere. Di raporê de hate diyarkirin ku nexweşiya hepatît ya vîros heta 2030’an ji bo eliminasyonê ji bo test û gihandina teşhîsê berfireh bibe pêşniyarên weke ketina tevgerê ya fînansmanên nûker.

‘Ji ber gelek kêm teşîs û tedawî tê pêkanîn mirin zêde dibe’

Nêrînên dîrektorê giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus, derbarê raporê cih girt de bal kişand ku rapor tabloyek xeternak xêz kiriye û got: “Di pêşîlêgirtina enfeksyonên hepatîtê de di asta kureyî de tevî pêşketin nîne jî di hejmarek gelek kêm yên hepatît de teşhîs û tedawî hatiye pêkanîn, mirin zêde dibin. WHO ji bo rizgarkirina jiyanan û ji bo vê dildanê berûvajî bike hemû amûrên di destê welatan de, butçeya bikarin xwebigihînin bikarbînin, bi biryare piştgirî bike.”