“Weqfa Jin Azad li Sûriyê” ji jinan re dibe cihê hînbûn û zanebûnê
Li kantona Firatê Weqfa Jina Azad ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinan di nava civakê de, rolek çalak dilîze. Ji jinan re dibe cihê zanebûn, hînbûn û peydakirina derfetên kar.
NORŞAN EBDÎ
Kobanê- Bi derketina çirûska şoreşê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2012’an de, jin bi lez û bez rola xwe di nava qadên jiyanê de îsbat kirin û di warê siyasî, leşkerî, çandî û civakî de bûn pêşeng. Ev şoreş ji bo jinan bû deriya îsbatkirina hebûna xwe di nava civakê de û avakirina jiyanek azad û demokratîk. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn nimûne ji jinên cîhanê re. Li herêmê gelek rêxistin û saziyên xwe yên jin avakirin û bi rêvebirin.
Saziya Weqfa jina Azad li Sûriyê sala 2014’an li herêmên cuda ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Di bin dirûşmeya “Jina azad bingeha civakek azad e” kar û xebatên xwe heya vê kêliyê bê navber didomîne. Ew saziya herî girîng û çalak di nava civakê de tê danasîn. Bi salane ji bo perwerdekirina jinan û pêşxistina kesayetên pêşeng xebat û têkoşîn dide meşandin, her wiha dibe deriya peydakirina derfetên kar ji jinan re.
Weqfa Jina Azad li hemû bajarên herêmê şax û komîteyên xwe ava kiriye. Li Kobanê şaxa xwe di 2019’an de ji bo pêşkêşkirina xizmet û çalakiyên cihreng, vekir. Ji bo jin xwe di warê aborî de bi hêz bike gelek perwerdeyan vedike û pîşeyên cuda hînî wan dike, da ku karibin xwe di hemû waran de îsbat bike.
‘Armanca me dawîkirina zihniyeta baviksalarî ye’
Rêvebera Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê Şêrîn Mihemed bal kişand ser girîngiya avakirina saziyê û wiha vegot: “Ji bo rol û misiyona jinan di nava civakê de bê xurtkirin pêdîvî bi vekirina saziyê hebû. Endamên Weqfê ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinan, her wiha alîkariya wan di warê madî û manewî de jî di nava xebat û têkoşînê de ne. bi rêya komînan me semîneran di nav civakê de zzêde kiriye. Armanca me dawî li zihniyeta baviksalarî ku her hêştiya jin di çarçoveya mal de bimîne û mafê wê jê diziye, bînin.”
‘Perwerdeyên cuda tên vekirin’
Şêrîn Mihemed der barê kar û xebatên saziyê de wiha dibêje: “Weqfa Jin her sal karîbû gelek projeyan di nava civakê de pêş bixe. Em perwerdeyên cuda û demên wan cuda ne li dar dixin. Perwerdeya kuafor û dirûtinê sê mehan li berxwe dide. Di vê perwerdeyê de jin hînî pîşeyê dibin, piştî bi dawî bibe ezmûnek ji wan re tê çêkirin û li ser wê bingehê bawermayek didin wan ku dikarin li her derê kar bikin. Li gor pîşeyan jî perwerde du mehan an jî 40 rojan tên vekirin. Piraniya jinên ku terka xwendina xwe kirine derbasî van perwerdeyan dibin. Temenên jinên ku divê beşdarî perwerdeyan bibin di navber 18-50 salî be. Ev perwerde ji bo pêşxistina jinan dibe destek.”
‘Di salekê de zêdeyî 250 jin derçûnkirin’
Şêrîn Mihemed qala daxwazî û hezkirina jinan ji karê saziyê re kir û ev tişt anî ziman: “Daxwaziyên jinan ji kar û xebatên saziyê re gelek e û hezkirina wan ji derbasbûna perwerdeyan jî zêde ye. Di sala 2024’an de li Kobanê eqfê 6 perwerdeyên cuda ku tê de zêdeyî 250 jinan cih girt, derçûnkir. Piştî derçûnê li gor nirxandinan hin ji jinan di nava saziya weqfê de kar dan meşandin, hin ji wan di nava saziyên din de cih girtin, her wiha hin jî projeyên biçûk ji xwe re vekirin. Me karê xwe di nava herêmê de zêdekir û me hewilda xwe bighînin hemû jinan. Me karîbû nûqteyek tendirustî ji bo alîkariya jin û zarokan bi hevkariya bijîşkên pispor di warê nexweşiyên jin û zarokan de hate vekirin. Xizmet û lênihêrîna tendirustî bê pere ji wan re tê pêşkêş kirin. Li kêlek wê zêdetirî 6 pêşengehên karê destan li Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa û Reqayê hate vekirin.”
‘Deriyê Weqfê ji hemû jinan re vekiriye’
Di dawiya gotinên xwe de Şêrîn Mihemed diyar kir ku deriyên wan ji hemû jina re vekiriye û got: “Deriya Weqfa Jina Azad ji hemû jina re vekiriye, da ku karibin kesayetên xwe pêş bixînin û hebûna xwe di civakê de îsbat bikin. Em ji bo alîkarî û piştevaniya jinan her amade ne. Banga me ji hemû jinên ku di çarçoveya malê de mane heye ku li dijî kevneşop û adetên civakê yên paşverû serî hildin û zincîra koletiyê biqetînin.”