Koçberên Kampa Waşokanî: Divê hesab ji dewleta Tirk were pirsîn

Koçberên Kampa Waşokanî yên Kurd, Ereb û Êzidî ku bi roj û şev di bin şert û mercên dijwar ên kampê de dijîn, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker wê hesabê vê yekê bide û gotin: “Em ê ji dewleta Tirk a dagirker hesab bixwazin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên bi balafirên bê mirov, bû sedema koçberiya neçarî ya bi hezaran kesên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî. Koçberên Kampa Waşokanî tevî şert û mercên zehmet ên koçberiyê, 6 sal in li ber xwe didin û dixwazin dewleta Tirk a dagirker bê cezakirin.

‘Dewleta Tirk a dagirker dê hesab bide’

Hesîna Mihemed ku ji pêkhateyên Ereb e, li Kampa Waşokanî dijî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mafên mirovan binpê dike û axaftina xwe wiha domand: “Em li Serêkaniyê diman, xwedî ked, ax û mala xwe bûn. Yanî me êrîşî tu kesê nekiriye. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, çekên giran û qedexekirî êrîşî me kir, em naçar man zarokên xwe ji hovîtiya wê biparêzin û koçber bibin. Li kampê 6 sal in em di bin şert û mercên herî giran û zehmet de dijîn. Gelo dê kî hesabê vê bide? Îro keda me ya bi salan tê binpêkirin, zarok tên qetilkirin û bi hezaran kes neçarî koçberiyê dibin. Pêwîst e hesabê vê bê xwestin. Em şer naxwazin, em aştiyê û bajarê xwe dixwazin. Ji bo wê em bang li rêxistinên mirovî dikin ku hesabê van rojên giran û bi êş ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin. Îro mafên mirovan tên binpêkirin, gelek kes ji qehra ked, bajar û mala xwe nexweş ketin û mirin. Em ê heya dawî hesabê xwe ji Erdogan bixwazin.”

‘Keda bi sedan salan tê binpêkirin!’

Fatma Emîn ku ji pêkhateyên Kurd e û li kampa Waşokanî dijî, destnîşan kir ku hesabê wan bi dewleta Tirk re ne tenê îro heye û wiha got: “Dewleta Tirk ji dîrokê ve xwe li ser komkujî, qetilkirin û koçberkirina gelan daye avakirin. Em îro li dîroka kîjan netewê dinêrin, êrişên dewleta Tirk dibînin. Lewma hemû pêkhateyên ku îro li ser vê xakê dijîn, hesabê xwe ji dewleta Tirk a dagirker dixwazin. Li Serêkaniyê em xwedî mal û milk bûn, îro çima em di bin konê de dijîn? Ev li ku tê qebûlkirin? Keda bi salan îro tê binpêkirin. Eger îro di vê cîhanê de mafên mirovan hebe, pêwîst e serokê dewleta Tirk a dagirker were darizandin. Gere li hemberî ewqas êş, binpêkirin, qetilkirin û komkujiyên li ser civakê hesab were xwestin. Em tiştek naxwazin, ji bijî têkbirina dagirkeriyê lê em van rojan jî qet jibîr nakin û em ê her dem daxwaz dayîna hesab bikin.”

‘Fermana 74’an li Efrîn, Serêkanî û Şehbayê domandin’

Nêvîn Xabûr jinek Êzidî ye, ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk  a dagirker, ji Serêkaniyê tevî malbata xwe neçarî koçberiyê bûye. Nêvîn destnîşan kir ku dilê dewleta Tirk bi fermana Şengalê rehet nebûye, kiryarên xwe li ser Efrîn û Serêkaniyê jî domandiye û wiha got: “Bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê fermana 74’an pêk anîn. Li Efrîn, Serêkanî û Şehbayê plana xwe berdewam kir. Dewleta Tirk a dagirker bû sedem ku em ji mafên xwe yên zaroktiyê bêpar bimînin lewma em hesabê wê dixwazin. Em zarok in, mafê me heye em bi aştî  li mal û dibistanên xwe bin lê ev mafên me îro tên xwarin, li kampê em gelek zor û zehmetiyan dikşînin.

‘Divê dewleta Tirk hesab bide’

Nêvîn Xabûr a got “Dewleta Tirk dê hesabê her kêliya ku em ji mafê xwe yê rewa qut bûne, bide” wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bang li rêxistinên mafên zarokan dikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin û em vegerin bajarê xwe, jiyana bi aram bijîn.”