Ji Laxmana ku serî ne tewand: Azadî mafê me ye, em ê têbikoşin
Parêzgeha Laxman a Efganistanê tevî hemû zoriyên rêveberiya Talîbanê, şahidiyê ji têkoşîna jinên bi cesaret ên ji bo mafê xwe yê perwerdê û azadiyê têdikoşin dike. Mamoste Marzieh Tarik dibêje: “Azadî mafê me ye, em ê têbikoşin.”
BAHARÎN LEHÎB
Laxman – Parêzgeha Laxman li rojavayê Efganistanê cih digre. Ev parêzgeh, weke gelek herêmên din qada çandiniyê ye û li hinek herêman lawirvantî tê kirin. Gelê wê bi zimanê Peştuca, Farisî û Paşaî diaxivin.
Parêzgeha Laxman beriya darbeya 26’ê Nîsana 1978’an, cihek wiha bû ku gelek rewşenbîr û mirovên xwedî hişmendiya siyasî lê dijiyan. Lê belê bi hakimiyeta hikumeta aligîrê Rusya, ev beş ziyanek mezin dît. Sûcên ku ji aliyê şoreşger, gel û endamê partiye bayrek ve hatîn kirin, rê li ber wê yekê vekir ku mamoste, xwendekar û memûrên dewletê rastî zextan werin. Ev zext, bi taybet li hemberî rewşenbîrên li dijî hikumeta wê demê têdikoşiyan bû.
Qetlîam û zextên li ser gel
Tevî hemû zextan, gelê Laxman, li dijî dagirker û ên ku destek didin wan têkoşîna xwe dimondin. Jinan jî divê têkoşînê de rolek giring listîn. Bi mêran re beşdarî têkoşîna bi çek bûn.
Bi ketina Yekitiya Sovyetan û di sala 1992’an de bi ketina hikumetê re, desthilat kete destê koka olan. Di vê demê de li herêmên cûda yên Efganistanê gelek suc hatin kirin û Laxman ji van trajediyan bê par nema. Yek ji partiyên herî zêde bi ol ve girêdayî, Hizb-î Îslamî ya ku dibin serokatiya Gulbeddin Hikmetyar de bû. Ev partî li Laxmanê xwedî nifusek mezin bû û li ser gelan qetliam û zext dida meşandin.
Dema destpêkê ya desthilata Talîbanê û di nava 20 salan de, Laxman pêşketinek mezin jiyan kir. Tevî ku bi milyar dolaran alîkarî dihata Efganistanê, li wîlayetê nexweşxaneyên baş, dibîstanên guncaw û riyên rast nedihat dîtin. Dema ji navenda parêzgehê dûr dikevin, xizanî, gendelî, bê karî û bê îstiqrarî hê zêdetir tê hîskirin.
Îro jî li kolanên Laxman û nav kolanan de, gelek medreseyên ku malbatan teşwîq dikin ku zarokên xwe bişînin dibîstanên olî hene. Ev medrese armanc dike ku nifşên Talîbanê ên pêşerojê mezin bikin.
Jinên Laxman li dijî polîtîkayên dijminê jinan ên Talîbanê li berxwe didin. Divê parêzgehê de komên biçûk ên jinên xwepêşender ji bo deng û îtirazên xwe bilind bikin dixebitin. Di heman demê de ji bo zarokên keç ên ji perwerdeyê bê par mane li malên xwe bi veşartî perwerde dikin.
‘Ji bo azadiyê ez ê têbikoşim’
Yek ji van jinan jî mamomasteya ji bajarokên ku ji Laxman dûr Marzieh Tarik ku beriya Talîbanê desthilatê bixwe destê xwe de li dibîstana dewletê mamostatî dikir. Weke gelek jinên din Efganistanê, wê jî karê xwe winda kir. Marzieh di roportejek xwe de ev tişt gotibû: “Dema min karê xwe winda kir, min bê hêviyek mezin hîs kir û heta min întihar jî fikirî. Lê belê dema ku min dît zarokên keç ên li taxa me êdî perwerde nabînin , min biryar da ez ji bo wan mamostatiyê berdewam bikim. Tekane riya ez ji Talîbanê tolê hildim, bi zanista xwe xizmetkirina zarokên keç ên welat û rizgarkirina wan ji dibîstanên olî yên ku wan ji bo pêşerojek zextê amade dikin e. Ez dizanin wê têkoşîna me zor û dirêj be, lê belê ez tu caran ranawestim. Ez beşdarî xwepêşandanên li Kabul û Laxman bûm û niha jî bi riya medyaya dijîtal ez dengê xwe bilind dikim. Ji ber ez azadiyê weke mafê xwe dibînin û ezê ji bo wê têbikoşim.”