Berdevka TJK-E Ayten Kaplan: Sakîne Cansiz sembola azadiyê ye

Berdevka TJK-E Ayten Kaplan diyar kir ku mîrateya Sakîne Cansiz ji Tevgera Jinan a Kurd re hiştiye dê bi serkeftinê tacîdar bikin û got: “Sakîne Cansiz sembola azadiyê ye.”

AXÎN BAHAR

Navenda Nûçeyan – Di 9’ê Çileya 2013’an de pêşeng û damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina hersê jinên pêşeng ên Kurd de sal derbas bûn lê hêrsa jinên Kurd a li hemberî qetlîamê mîna roja ewil didome.

Yek ji sê jinên pêşeng ên hatin qetilkirin Sakîne Cansiz di hemû jiyana xwe de di qadên têkoşîn û berxwedanê de ji jinên Kurd re bû îlham. Ji ber wê jî bi berxwedana xwe ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya ku di nava "10 girtîgehên herî xirab ên cîhanê de" veguherîbû "îşkencexaneyê" hêz da hemû jinan. Sakîne Cansiz a bi pergalê re her dem di nav “şer” de bû, piştî hat qetilkirin ji jinên Kurd re mîrasek mezin hişt.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan diyar kir ku têkoşîna Sakîne Cansiz ji aliyê jinên Kurd û enternasyonal ve hatiye domandin.

Ayten Kaplan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li dijî pêşengên tevgera jinan û diyar kir ku hişmendiya dixwaze pêşiya îrade û hêza jinan bigre heye û bi vê yekê dixwazin bi gelê Kurd re çok bidin tewandin.

Ayten Kaplan bi bîr xist ku li navenda Parîsê 3 jin hatin qetilkirin, piştî sê salan li Kurdistanê, li Silopiya Şirnexê di 4’ê Çileya 2016’an de Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir hatin qetilkirin û axaftina xwe wiha domand: “Jin di nava civakê de guhertinê ava dikin, dîrok, ziman, nasnameya xwe diparêzin, ji bo vê tên hedefgirtin.”

‘Nêzîkatiyek ku dema serî biçe beden nikare tiştek bike heye’

Ayten Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di nava civakê de hinek rolan didin jinan û dema jin wan qabûl nakin rastî tundiyê tên û wiha pê de çû: “Jin êdî naxwazin bikevin nava rolên ku didin wê. Jinan êdî hebûna xwe dîtiye û xwe bi pêş dixin. Di rewşeke wisa de ne ku êdî dîroka xwe dinîvîsînin. Ji ber vê êrîş tên kirin. Dema pêşengên jin dikin hedef nêzikatiyek ‘dema serî biçe beden nikare tiştek bike’ heye lê jinên Kurd vê hişmendiyê şikandin.”

‘Ji jinên Kurd re bû îlham’

Ayten Kaplan, anî ziman ku yek ji jinên di sala 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin Sakîne Cansiz jineke ku di nava civaka bindest de serî hilda û got, Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe îlham daye gelek jinên Kurd û wiha axivî: “Bi sekn û nêrînek bîrdozî gelek ked daye tevgera jinên Kurd. Bi saya vê kedê mîrasek ji me re hişt. Ev şansê min çêbû ku ez Sakîne Cansiz nas bikim, sohbetên me çêbûn. Ez dikarim bibêjim ku tu carî şûna wê nayê tijîkirin û bi rastî jî siyasetmedareke jin a pêşeng bû.

‘Sembola îradeya jinan û azadiyê ye’

Ayten Kaplan, anî ziman ku Sakîne Cansiz bi baweriya xwe ya guhertinê tabûyan şikandiye û bi gotinên; "Ew sembol, sembola azadî û vîna jinan e"der barê Sakîne Cansiz de wiha axivî:

“Bandora wê li ser pêşxistina îradeya jinan bi her awayî heye. Helbet tiştên ku em dikarin têkoşîna xwe bidomînin ev in. Di vî warî de em dixwazin mîrateya wê biparêzin, tiştê ku wê dixwest biafirîne xurtir bikin. Ew yek ji hevalên jin e ku ez herî zêde jê bi bandor bûme. Bi taybetî sekn, têkoşîn û şerê wê min pir bandor kir. Ji şaşîtiyan re got bes e. Ev cesaret pê re hebû. Têkoşîna wê ya li hemberî dijmin mînak e. Di heman wextê de dewlemendiya ku di hundirê jinan de hebû derdixist holê.

‘Dosya ji bo me nehat girtin’

Ayten Kaplan  bertek nîşanî girtina dosyayê da ku bi gumana tetîkêş Omer Guney ê komkujî pêk anîbû li girtîgeha lê girtibû mir. Ayten Kaplan got: “Fransayê dosya li gorî xwe girtiye, kiryar li girtîgehê miriye û pêvajo hat girtin lê ji bo me ev dosya nehatiye girtin. Delîl li holê ne lê ji ber berjewendiyên siyasî nayê hesabê wan. Bi awayê xwe girt, kujer di dema cezakirinê de mir û pêvajoyê dest pê kir, qediya. Nasnameya kujer bi serê xwe bûyerek e lê yên ku kujer anîn vê astê hene, hişmendiyek heye. Dema berjewendiyên aborî û siyasî derketin pêş, xwestin vê yekê veşêrin. Nexwestin bi Tirkiyeyê re rûbirû werin. Kujerên sereke hê jî nehatine darizandin. Helbet ji bo ji nû ve lêkolînkirina dosyayê û darizandina kujeran gelek lêkolînên cuda tên kirin û heta ku sûcdar werin dîtin dê bidomin.”

'Em ê mîrateya sê hevalan ji me re hiştine bigihîjînin nifşên pêşerojê'

Ayten Kaplan diyar kir ku bi vê qetlîamê re xwestine peyamek bide jinên Kurd û got: “Hevala Sakîne sembola azadiya jinan e. Fîdan Dogan bi xebata xwe ya bi salan bû dengê siyasî û dîplomatîk ê gelê Kurd li Ewropayê. Leyla kadroya pêşerojê bû, pêşenga ciwanan bû. Ev her sê hevalên me hatin qetilkirin, sê nifş kirin hedef. Xwestin peyamek bidin me. Tevgera Jinên Kurd jî ev peyam berovajî kir û got ku hûn me bikujin an jî me bigrin jî wê îradeya jinan hebe. Em ê mîrateya ku sê hevalan ji me re hiştine bigihîjînin nifşên pêşerojê. Nifşên pêşerojê wê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nas bikin. Em ê mîrateya hevalên xwe biparêzin û bigihîjînin serkeftinê.”

Li tevahiya Ewropayê wê çalakî bên lidarxistin

Ayten Kaplan diyar kir ku ew ê weke her sal îsal jî di salvegera qetlîamê de li seranserê Ewropayê "Meşa Mezin" li dar bixin û wiha bi dawî kir: “Dê çalakiyên taybet li welatên Skandînavya û Awûstûryayê bên lidarxistin. Îngilîstan jî tê nirxandin. Li welatên din Fransa, Hollanda, Belçîka, Swîsre û Parîsê jî wê çalakiyên hemwext bên lidarxistin. Em ê bi gotina; "Kujer diyar in, hûn çima li bendê ne?" Bi vê munasebetê dîsa bi daxwaza xwe dakevin qadan. Bêguman, di 9’ê Çileyê de dê çelengên reş li konsolosxane yan balyozxaneyên Fransayê yên li hemû welatan werin danîn. Em ê di 11'ê Çileyê de 'Meşa Mezin' li dar bixin.”