‘Îsraîlê ji hilweşîna sîstema tendirustî ya li Xezayê berpisiyar e’

Çalakvan Lîna Şeref bal kişand êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê û got: “Îsraîl ji hilweşanîna sîstema tendirustiyê ya Zîvala Xezayê berpisiyar e. Li ser sivîlên bêparastin di nava bêdengiyek navnetewî de her roj sînor tên danîn.”

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê didome. Di êrişên li ser Zîvala Xezayê de, sîstema tendirustiyê rastî kmpanyayên herî tund ên li dijî sazî û nexweşxaneyan tê. Herî dawî jî nexweşxaneya Kemal Edwan rastî êrişan hat. Bi êrişên Îsraîlê re pergala tendirûstî ya Xezayê hilweşiya. Çalakvan Lîna Şeref bal kişand êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê û got ku ji hilweşîna pergala tendirûstiyê ya Xezayê Îsraîl berpirsiyar e.

Êrişên li ser nexweşxaneyan

Lîna Şeref diyar kir ku bûyera hedefgirtina nexweşxaneya Kemal Edwan senaryoya nexweşxaneya El Şîfaa tîne bîra mirovan û wiha got: “Bûyera hovîtiya êrişên hêzên Îsraîlê ser nexweşxaneya Kemal Edwan ku di 27’ê Kanûna 2024’an de pêk hatiye, senaryoya hedefgirtina nexweşxaneya El Şîfaa ku di 18’ê Adara 2024’an de çêbûye tîne bîra mirovan. Wê demê hêzên Îsraîlê nexweşxane û koçberên ku tê de bi cih bibûn xist nav dorpêçê. Di encamê de 300 Filistînî hatin qetilkirin. Ew nexweşxane mezintirîn nexweşxaneyê li bajêr bû ku tê de hemû beşên tendirustî dihatin peydakirin.”

‘Xebatkarên tendirûstî jî di nav de 50 welatî hatin qetikirin’

Lîna Şeref da zanîn ku dema nexweşxaneya Kemal Edwan hate hedef girtin bi sedan sivîl tê de dihatin dermankirin û got: “Mezintirîn nexweşxaneyên parêzgehên bakur hate hedef girtin, komkujî pêk hat û rêveberê wê Hûsem Ebo Sefiyê hate dîlgirtin. Di nexweşxaneyê de nêzî 350 sivîl hebûn. Di nav de 75 kes birîndar û nexweş bûn. Her wiha 180 kes ji xebatkarên tendirustî di beşên cuda de kar dikirin. Di encama êrişên ku nexweşxaneyê armanc girt de 50 welatiyên sivîl û 5 kes ji kadroyên tendirustî jiyana xwe ji dest dan, di nav de Îsraa Ebo Zeydê ya bijîşkek hebû ku di laboratuarê nexweşxaneyê de dixebitî. Ev binpêkirin ji yasayên navneteweyî wêdetir in, bi hinceta ku komên Filistînî van avahiyan bi kar tînin û xwe di wan de xurt dikin, hêzên Îsraîlê dikin armanca xwe.”

‘Îsraîl ji hilweşîna qada tendirustiyê berpisiyar e’

Lîna Şeref destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê destdirêjî li ser jinan kirin û ew rastî kiriyarên hov hatin û wiha axivî: “Di êrişên li ser nexweşxaneyê de hêzên Îsraîlê êrişî jinan kirin û her jinek guh neda fermanan û cilên xwe nedanî ji bo kontrolkirinê, rastî destdirêjyan hatin. Dûrve milet dibirin navendên lêpirsînê, ev jî dibû sedem ku jiyana bi dehan nexweşan dêkevin xeteriyê û gelekan jî ji ber serma zêde jiyana xwe ji dest dan. Li gor bendên peymana Cinêv ya çaran, tê diyarkirin ku ev binpêkirin binpêkirina eşkere ya piraniya bendan e. Bi taybetî benda sêyem ku pêşî li parastina navendên bajêr û derxistina xelkên sivîl ji herêmên nakok bêyî ku ziyan bighêje wan, nemaze parstina jin û zarokan, nîşan dike. Hêzên Îsraîlê ji hilweşanîna sîstema tendirustiyê ya Zîvala Xezayê berpisiyar in. Li ser sivîlên bêparastin di nava bêdengiyek navnetewî de her roj sînor tên danîn.”

‘Cihê ku nexweş lê bên dermankirin nema’

Lîna Şeref eşkere kir ku tevî dorpêça li ser herêmê hatibû avêtin dîsa jî gel birînên hev dipêça û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Tevî avêtina dorpêça li ser herêmê dîsa jî rêjeyek girîng a wan hebû û pêşî li gelek nexweşiyên wek sorikan, efeksiyonên nefesê û gelek nexweşiyên din heya astekê girtibûn. Niha tu cihê ku mirov xwe lê tedewî bike nema. Piraniya nûqteyên tendirûstî jî ji ber tunebûna demanan neçar dimînin deriyên xwe bigirin. Bi dehan kes rojane di nav bêdengiyekê de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber kadroyên tendirustî nikare xwe bighêje herêma bakurê zîvala Xezayê cenzayan, ew dibe sedem ku bi demê re rê li pêşiya gelek nexweşiyan veke.”