Şêwra jinan bi dawî bû: Rêveberiya Xweser temînata azadiya jinan e

Şêwra jinan a îro bi dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinan Sûriyeke Demokratîk ava bikin’ hat lidarxistin, bi encamnameyek bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser temînata azadiya jinan e.

Hesekê – Şêwra jinan a îro bi dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinan Sûriyeke Demokratîk ava bikin”, bi tevlîbûna 500 jinên ji hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî  û jinên rewşenbîr ên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, li taxa Giwêran a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin. Şêwra jinan piştî nîqaşên girîng ên li ser parastina destkeftiyên jinan û têkoşîna wan a li ser xeteriyan bi daxuyaniyek bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê Endama Dîplomasiya Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Pêvajoya ku bi çalakiyên azadiyê yên gelan û jinan di sala 2011'an de li Rojhilata Navîn destpê kir, bi pêşketinên çend mehên dawî re derbasî qonaxeke nû bû. Di nava şerên 13 salan li ser axa Sûriyê rû dane, encamên herî giran jinan jiyan kirin. Di nava vê demê de ji tecawuzkirina jinan heta li bazaran firotina jinan, ji serjêkirina mirovan heta tinekirina mîrasa dîrokî-çandî sûcên giran ên şer hatin kirin. Bi saya têkoşîn, berxwedan û fedaîtiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Rêvan Kobanê, Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat, Seada, Hind, Qemer, Şamîram xabûr, Wîdad Yunan, Elerya Yaqub  û jinên ku hîna di tunelên şer de li ber xwe didin, bi fedaîtiya van jinan DAÎŞ û hêzên dagirker têk çûn. Bi dayîna berdêlên ew çend giran, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke nû ya xwe dispêre netewa demokratîk hat afirandin. Di vê sîstemê de jin ji xweparastinê heta siyasetê, ji çand û hunerê heta aboriyê, ji sîstema edalet û perwerdeyê heta ekolojiyê li her qadê rêxistinkirî misoger kiriye . Ev pergala rêxistinî ya ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin û ji vê jî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêz û îlham jê digirt, wek şoreşa jinê binavkirin. Jinan destkeftiyên xwe bi hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi garantî kirin. Niha jî em weke jin dest bi xebatên amadekirina hevpeymana civakî ya jinan dikin ku ev weke gaveke misogeriya pergala jinan û azadiya jinan zêdetir bike û bi vê yekê em dixwazin destkeftiyeke nû li van destkeftiyan zêde bikin.

‘Divê jin bi rengekî çalaktir tevlî pêvajoyê bibin’

Rejîma BAAS a ku bi salan gelên herêmê, jin, bawerî û çandên cuda tepisand, hate hilweşandin. Faktora bingehîn a rê li ber hilweşîna rejîma BAAS’ê vekir, daxwazên demokrasî û azadiyê tune hesibandin û tepisandin, pêkanînên antî-demokratîk, yekperest ango nîzameke otorîter a navendî ava kiribû. Ev xaka ku xwedî dîrokeke qedîm e û tevahiya dîrokê gelek gel û baweriyan bi hevre li ser jiyane, di encama kiryarên vê rejîma otorîter û şerê 13 salan de, ev çanda bi hevre jiyane gelek zirar dît û gelan êş kişandin. Tenê pergaleke ku hemû cihêrengiyan li ber çavan bigire, wekhevîxwaz û demokratîk vê çanda jiyana bi hevre dikare jinûve şîn û geş bibe, Sûriye jî wê demê dikare bibe Sûriya hemû kesên li Sûrî dijîn. Di nava 13 salên bihûrî de tevî gefên şer û êrîşan jî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ev yek bi perspektîfa Netewa Demokratîk xist meriyetê. Ji bo ev sîstema ku serkeftina wê îspat bûye belavî tevahî Sûriyê bibe pêwîste bi lezgînî xebatên bi bandor bên meşandin. Piştî rejîma BAAS’ê, careke din hewldanên avakirina dewleteke unîter, navendî hene ku tê de mafên jinan û gelan nas nekin, bawerî û çandên cuda di bin tehdîtê de bin. Di rewşeke wisa de wê derî li şer û aloziyên nû vebe. Berdêlên ku me dane, êşên ku me jiyane, siberoja bi milyonan mirovên ku hatine koçberkirin û tehlûkeya ku jin û gelên li herêmê dijîn bi taybetî dike ku jin bi rengekî çalaktir tevlî vê pêvajoyê bibin.

Bang li hemu jinên Sûriyê

Bihara gelan a li Rojhilata Navîn ancax bi azadiya jinê pêk were. Em weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, ku felsefeya Jin Jiyan Azadî veguheriye û bûye sîstem, em bang li hemû jinên li Sûriyeyê dikin. Em dibêjin, em weke jin însiyatîfê bigirin dest û ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk têkoşîna hevpar geş bikin. Li dijî polîtîkayên qirker û şer ên desthilatdariya mêr em xwe biparêzin û bi destê jinan Sûriyeya nû ava bikin.”

Biryarên ku di daxuayniyê de hatin ser ziman wiha ne:

“*Deklerasyona ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve hat îlankirin ji bo destek kirin û jiyanî bibe divê bi awayeke çalak di pêkanîna wê de rol were leyîstandin.

*Meşandina xebatên bi bandor ji bo misogerkirina maf û azadiya jinan ku di hevpeymana civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye mîsogerkirin ji bo destûra nû ya Sûriyeyê esas were girtin

*Hemû herêmên dagirkirî yên bakur û rojhilatê suriyê werin vegerandin û koçberên van deran cardin vegerînin ser cih û warên wan.

*Di demeke kin de temamkirin û îlankirina hevpeymana civakî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

*Bi nûneratiya pêwîst ji jinên hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyê dijîn beşdarbûna %50 ji jinan di kongreya niştimanî ya ku tê plankirin ji bo avakirina sîstemeke nû li Sûriyê were lidarxistin.

*Di hikûmeta demkî de tevlîbûna jinên ku îradeya jinê temsîl bikin.

*Jin di komîteya nivîsandina destûra bingehîn de cih bigrin.

*Di mijara mafên jinan de ti sînordarkirinan re destûr neyê dayîn.

*Destwerdanên li ser kar kirin, perwerde, mafên ger û geşt, şêweyê jiyanê û kincên jin neyên kirin daku karibin bi vîna xwe bijîn.

*Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê weke temînata azadiya jinê were dîtin.