Sê jinên şoreşger li Şengalê hatin bibîr anîn
Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, di 12’emîn salvegera xwe de li navenda Şengalê hatin bibîr anîn
Şengal – Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve di 12’emîn salvegera xwe de li navenda Şengalê hatin bibîr anîn.
Bîranîn li Meclisa Gel a Şengalê pêk hat. Di bîranînê de endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Lava Şengalî û Ferîde Şengalî li ser berxwedan û têkoşîna her sê jinên şoreşger axivîn.
‘Heta kêliya dawî jî têkoşiyan’
Lava Şengalî di şexsê her sê şehîdên Parîsê de hemû pakrewanên şoreşê bi bîr anî û bi van hevokan behsa sekin û berxwedana sê jinên şoreşger kir: “Heval Sara li Ewropayê hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê civakî ve gelek xebatên girîng da meşandin. Heval Leyla berpirsa xebatên ciwanan bû. Heval Fîdan jî hem nûnera KNK’ê bû hem jî berpirsa meşandina kar û xebatên dîplomasiyê bû. Her sê hevalên me xwedî roleke pir mezin di azadiya jin de lîstin. Her sê hevalên pêşeng heta kêliya dawî jî têkoşîneke pir mezin meşandin, ji ber vê yekê bûn hedef. Her sê hevalên me mîlîtan bûn û pêşengtî ji civaka xwe re dikirin. Bê guman her sê heval jî pêşeng bûn lê em dixwazin li ser kesayeta heval Sara cudatir bisekinin.
Heval Sara ji destpêkê ve di nav tevgera azadiyê de cihê xwe girtiye. Heval Sara di tevgerê de pêşengî ji jinan re kiriye. Di pêvajoya ku her kes digot jin nikarin tiştek bikin de, di pêvajoya wisa de ku peyva kurd û Kurdistanê qedexe bû heval Sara li hember dijmin serî rakir. Sekna heval Sara ya li hemberî dijmin ji roja ku tev li bû û heta roja şehîd bibe jî sekneke serhildêr bû, sekneke berxwedêr bû. Ji bo tevgera azadiyê li ser piya bimîne û xurt bibe vê rola pêşengtiyê Rêber Apo dide heval Sara. Heval Sara li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike, kesayeta xwe roj bi roj ava dike.”
‘Ji bo hemû jinan bû remza berxwedanê’
Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Ferîde Şingalî jî ev tişt anî ziman: “Heval Sara ji bo azadiya jin her tiştî da ber çavan û têkoşiya. Yekane hedef û armanca heval Sara azadiya jin bû û ji bo vê kar û xebat dida meşandin. Berxwedana heval Sara bo me bû sembola berxwedanê, ne tenê ji bo me ji hemû jinên cîhanê re bû sembola berxwedanê. Heval Sara ji bo me jinên êzidî remza berxwedanê ye. Her wiha heval Fîdan û heval Leyla tevî ku ji welatê xwe dûr bû jî vê ya ji xwe re nedikirin asteng û ji bo azadiya jin û civaka xwe kar û xebat dan meşandin. Li ser vê esasî em soz didin wan her sê şehîdên şoreşer, em ê tu carî tev ji xeta azadiyê bernedin heta azadiya jinan.”
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.