Welatên AB û Rusya ji bo herêmên erdhejê timên rizgariyê rê dikin
Welatên Yekîtiya Ewrûpa û Rusya dan zanîn ku wê tîmên lêgerîn û rizgarikirinê rê bikin bajarên Tirkiye û Kurdistanê ku lê erdhej pêk hatiye.
Navenda Nûçeyan – Di erdheja ku li Tirkiye û Kurdistanê rû dayî de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe. Bi hezaran hemwelatiyên ku di bin xirebeyan de mane li benda rizgarkirinê ne.
Piştî hilweşandinên li 10 bajaran, di serî de ji ABD ji gelek welatan daxuyaniyên piştevaniyê hatin.
Rêveberiya Komîsyona Krîzê û Endamê Alîkariya Mirovî ya Yekîtiya Ewrûpa Janez Lenarcicli diyar kir ku ketine nav tevgerê û wê tîmên lêgerin û rizgariyê rê bikin Tirkiye.
Janez Lenarcicli li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal der barê mijarê de daxuyanî da, anî ziman ku makanizmaya AB ya parastina sivîlan ketine nav tevgerê û got: “Li Holanda û Romanya tîmên lêgerîn û rizgariyê niha di rê de ne.”
Rusya: Tîm amade ye
Wezîrê Rewşa Lezgîn ya Rusya peyamek weşand û diyar kir ku ji bo cihên lê erdhej pêk hatî tîmên wan ên alikariyê amade ne û wiha nivisand: “2 balafirên Îl-76 ku timên 100 kesî yên lêgerîn û rizgariyê bar dike ji bo rêkirinê amade ne.”