Ji ber erdehejê 710 avahî hilweşiyane, windahiyên canî zêde dibin
Navenda erdehejî li Mereşe 7.4 erdhej çêbû li gora zanyariyên dawî kesên ku li Bakûr jiyana xwe ji dest dane gihan 284’an, hezar û 710 bina xirabûn û gelek hemwelatî ji di bin xirbeyan de mane.
Navneda Nûçeyan – Erdheja ku li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê bi pileya 6.5 û 6.4 li peyhev pêk hat, li Kurdistan, Tirkiye û Sûriye bû sedem ku li gelek bajaran avahî xira bibe. Erdheja ku li gelek bajaran hat hîskirin bû sedemê gelek avahî xira bibe, mirî û birîndar hene û bi hezaran kes jî di bin xirbeyan de mane ku li benda rizgarkirinê ne. Li bajarên ku erdhej lê çêbûye xebatên alîkarî û kavilan kêmin. Di heman demê de ji ber barîna berfa zêde hemwelatiyên ku mane li ber sermayê saetên zehmet jiyan dikin. Li rûxmê sermaya dijwar rayedar daxwaz dikin ku hewelatî bikevin malê xwe û li kêleka wê jî li bajarên ku erdhej lê çêbûne dibîstan ketiye betlanê.
Mûdûrê enstituya lêkolînên erdehejê ya zanînageha Boğaziçi ya Kandilli Rasathanesi Prof. Dr. Haluk Özener daxuyanî da û got: “Erdheja ku li Asyaya Rojhilat pêkhatî, tê texmînkirin ku şikestinek nêzî 189 kilometre derketiye. Piştî 17’ê Tebaxê em behsa erdehaja herî mezin ya di vê erdnîgariyê de dikin. Wê erdehejên li ser 5. 6 an were rûdan ev zanyarî bi teybet ji bo ew kesên ku malên wan xirabûye neçin têde gelek gring e.”
Li kêleka wê Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay di der barê erdhejê de daxuyanî da û diyarkir ku li gora bîlançoya erdheja Mereş û Dîlokê yên bi pileya 7.4 û 6.4’an çêbûyî 284 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.
Navend Bazarcix
Dimenên ewil ên ji navenda erdhejê navçeya Bazarcix a Mereşê hatin. Di dîmenên ku li navenda navçeyê li ser avahiyekê hatine kişandin de tê dîtin ku gelek avahiyên li ser cadeyê ne hilweşiyan gelek cenaze ji bi xirebeyan tên derxistin. Xebatên lêgerin û rizgarikirinê berdewam dike û li gor zanyariyan heta niha 420 birîndar hatin rizgarkirin, ji ber erdehejê xetên telefonê hatin qûtkirin û di heman demê de têkilî bi derve re nayê çêkirin. Li gora zanyariyan li Elbistanê 6 avahî xirabûn û li vê derê jî mirî û birîndar hene.
Waliyê Merşê derbarê erdehaja ku li bajêr çêbûyî de ev zanyarî parve kir : “Niha di debarê daneyên hêjmara avahiyên ku xirabûne û hêjmara mirî û birîndaran em nikarin parve bikin, ji ber rewş cidiye.”
Li Hatayê teqîn
Li Hatayê li bajarokê Kirikhane li sînorê gundê Topboğazı 200 metre bin erdê de û di mesafeta 3 kilometran de li dû xalan li gel erdhejê boruya gaza xwezayî teqiya, piştî teqînê agir derket, agir hîna berdewam dike. Waliyê Hatayê da zanîn ku nexweşxaneya dewleta ya Antakya û îskenderun û mala polîsan jî xira bûye. li bajar ji ber ziyan gihaye balefirxaneyê d-firin jî hatin qedexekirin. Li gora zanyariyên rojnemevanan dane diyarkirin ku bi tu awayî nikarin alîkariyê bigihînin herêmê . Di heman demê de avahiyên Partiya Demokratîk HDP, partiya Saadetê SP, weqfa mafê mirovan IHD yên li Hatayê xira bûne.
Li Meletî 300 avahî hilweşiyan
Li gor zanyariyan li Meletî 300 avahî hilweşiyaye. Xebatên rizgariya bin xirabeyan berdewam dike. Cardin li gora zanyariyan li bajar heta niha 47 kesan jiyana xwe ji dest dane û 550 kes jî birîndar bûne.
Li Dîlokê hilweşinek mezin
Yek ji bajarên ku erdhej lê çêbû Dîloke, li gora zanyariyên ku rojnamevanan ji wê derê parve kirin 581 avahî xira bûne, ev zanyari li gora reqemên fermî hatiye aşkira kirin. Ji ber erdhejê gelek rê xira bûne û ji ber vê yekê jî kes nikare xwe bigihîne van cihan, heta niha jî ekibên rizgariyê xwe negihandinê. Li bajar gelek kêm zanyarî tên. Waliyê Dilokê Davut Gul wiha got: “ Ji dema ku erdhêj çêbûye heta niha me 657 ixbar girtiye.”
Li Amedê 20 avahî hilweşiya
Li Amedê 20 avahî hilweşiyan li bajarokê bajarê nû taxa Ofîsê avahiya 7-8 qat, li bajarokê Rezan li taxa Şeyh Şamilî avahiya 7-8 qat hilweşiyane. Di bin xirabeyên ew avahiyên ku hilweşayîn de herê kêm 100 kes hene. Li bajar xebatên lêgerin û rizgariyê berdewam dike. Ji bin çar xirabeyên li bajarokên Rezan û Peyazê de gelek kes hatin rizgarkirin. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ya ji ber erdhejê maseya krîzê ava kir, qadên ku gel lê kom bibe diyar kir
Li Riha û Edenê xebat dom dikin
Li gora zanyariyan li Riha 600 avahî xirabûne. Hat zanîn ku di bin xirabeyan de 200 birîndar hatine rizgarkirin û gelek kes li bajar li benda alîkariyê û rizgarkirinê ne.
Li Edenê 16 avahî xira bûne û li bajara lêgerînên rizgariya birîndaran berdewam dikin û tê texmîn kirin ku bi sedan birîndar hene.
184 kesan jiyana xwe ji dest dan
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay di der barê erdhejê diyarkir ku 284 kesan jiyana xwe ji dest dane 2 hezar û 323 kes birîndar bûne, di ereherjê de li gora tespîtên yekem 710 avahî hilweşiyane.
Ji welatên Yekitiya Avrûpa alikarî
Welatên Yekitiya Avrûpa diyarkirin ku piştî ku li Tirkiye erdhej çêbû ekibên lêgerîn û rizgarkirinê ketine rê. Rêveberiya komisyona kirîzê û endamê alîkariya mirovî ya yekitiya Avrûpa Janez Lenarcicli li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal di der barê mijarê de daxuyanî da makanizmaya AB ya parastina sivîlan ketine nava tevgerê ekibên lêgerin û rizgariyê di rêdene. Li Holanda û Romanya ekibên lêgerîn û rizgariyê ketine rê.
Daxuyaniya HDP’ê
HDP diyarkir ku piştî erdhejê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Li gora daxuyaniya nivîskî ya HDP’ê diyarkirin ku maseya kirîzê avakirin wê xebatên ku ji bo erdehejê bikin li wêderê kordîne bikin.
Wezîrê edaletê daxuyanî da
Mudurê giştî ceza û ragirtina Wezîrê edaletê der barê erdehê de daxuyanî da û diyarkir ku kesên jiyana xwe ji dest dane birindar bûne nîne. di daxuyaniyêde wê di mijare girtî bi malbatên xwere hevditin bikin jî were seknindan.
Bilançoya bajar bajar
Li gora daxuyaniyên fermî bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dane 2 hezar û 323 kes birindarin û hezar û 710 avahayî xirabûne û bilnaçoya bajar bajar wihaye:
Mereş: 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.
Hatay: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan.
Osmaniye: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 83 avahî hilweşiyan.
Semsûr: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn û 100 avahî hilweşiyan.
Amed: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 226 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan.
Riha: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 60 avahî hilweşiyan.
Dîlok: 80 kesan jiyana xwe ji dest dan, 600 kes birîndar bûn û 581 avahî hilweşiyan.
Kîlîs: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 50 avahî hilweşiyan.
Edene: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 118 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan.
Meletî: 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 550 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.