Ji HDK, TJA, DBP, HDP û BMG banga seferberiyê
HDK, TJA, DBP, HDP û BMG dan zanîn ku ji ber erdheja ku wek navend li Mereş û Dîlokê pêk hatî koordînasyona kirizê ava kirine û banga yakitiyê li gel kirin ku malzemeyên zivistanê, kon û pêwîstiyên jiyanî bînin avahiyên bajar.
Stenbol – Meşa ku wê îro bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin dihat plankirin ku li Gemlîkê bê kirin, ji ber erdheja bi pileya 7.4 ku li parêzgehên Kurdistanê pêk hatî, hat taloqkirin.
Wê meşa îro ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bihata destpêkirin.
HDK, TJA, DBP, HDP û hêzên têkoşîna yekgirtî (BMG) der barê taloqkirina meşê ya ji ber erdhejê, li avahiya HDP’ê ya Setenbolê civîna çapemeniyê li darxistin. Di civîna çapemeniyê de pankartên ‘Em li gel gelê xwe ne, roj roja yekîtî û mezinkirinê ye’ hat daliqandin û hevserokên saziyan û hevberevkên wan beşdarî cîvînê bûn û daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol ve hat dayîn.
‘Meş vegeriya banga yekîtiyê’
Îlknur Bîrol diyar kir ku ji ber erdhejê meşa Gemlikê hat taloqkirin û wiha got: “Ev erdheja ku herî dawî hat jiyankirin, hilweşînek gelek mezin e. Li Tirkiyê nêzî 10 bajaran, ji derveyî Tirkiye xeta digihe Rojava, Helep, Şam û Misirê bi kurahî bandor kiriye û me karesata mezin ya erdhejê jiyan kir. Ev kareseta herî mezin ya van demê dawî ye û hilweşînek mezin e. Em dibînin ku ew zanyariyên ku her kêlî tê çiqas mezin û dijwar e. Ji ber wê yekê mijara bingehîn ya civîna me ya çapemeniyê li ser kareseta erdehejê ye û em li kêleka gelê xwe ne û ji bo yekîtiyê jî em bang dikin.”
‘Divê tedbîr berê hatiban girtin’
Îlknur Bîrol da diyarkirin ku Tirkiye û Kurdistan di dorpêça erhejê de ye û divê em gel di vî alî de hişyar bikin û wiha got: “Erkê dewletê bû li beramberî vê civakê erkê xwe pêk bîne, cihan li gor erehejê ava bikira, hemû kes hişyar bikira û divê vêya bi rêxistinkirî bikira.
Navenda me ya Giştî li ser agahiyên ku hatine girtin, e 'Koordînasyona Krîzê ya Navendî' ava kir. Partiya me li gel hemû rêxistinên partiyê yên herêmên ji karesatê bandorbûne, koordînasyoneke herêmî ya navenda wê li Amedê ava kiriye. Bi agahdariya ku ji xwecihî hatine wergirtin, bi awayê zêde kirina hevgirtin û alîkariyê bi lez û bez organîze bûye. Rayedarên me derbasî cihê erdhejê bûne. Bi taybetî hevserokên me, parlementerên me ji bo koordîne kirina xebatên herêma erdhejê li wir in.”
Banga hevgirtinê
Îlknur Bîrol da zanîn ku wan li navendên parêzgehên Stenbolê bi têkilî danîna koordînasyonê krîzê re, Koordînasyona Krîzê ava kirine û wiha got: “Xebatên me dê bi hemû pêkhate û hêzên me yên tifaqê re bi awayekî kordînekirî bimeşin. Em diyar dikin ku divê gelê me ji bo alîkariya gelê me yê ku ji karesatê zirar dîtine, bi malzemeyên ku ez ê bija bihejmêrim, serî li avahiyên navçeyên me bidin. Em daxwaz dikin hewcedariyên ku di lîsta herî lezgîn de cih digrin: Kona zivistanê, çaket, betanî, tuluma xewê, paçê zarokan, peda jinan û xwarina zarokan bên amedekirin, radestî hevalên me yên li avahiyên me yên navçeyê bên kirin.”