Bîlançoya erdhejê girantir dibe: Li Sûriye 237 kesan jiyana xwe ji dest dan
Encamên erdhejê li Sûriye û Rojava her ku diçe girantir dibe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 237’an, herî kêm 639 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan - Erdhejên ku li Mereş û Dîlokê bi pileya 7.4, 6.4 û 6.5 hat jiyîn, li bakurê Sûriyê jî bû sedema hilweşandine.
Li Sûriyê hilweşandina erdhejê ava kir, her ku dem derbas dibe girantir dibe. Li gorî agahiyên ku rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Şamê dane, hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 237 kesan, hejmara birîndaran jî bû 639.
Erdheja ku navenda wê Bakure Kurdistanê îro danê sibê hat jiyîm, li bajêrên wek Heleb, Hemayê, Tertûs û Laziqiyê yen bakurê Sûriyê bû sedema rûxandin û xirartîna bi dehan avahî yan. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin xwe bigihînin welatiyên di bin xirbeyan de. Li wîr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyê ragihand ku ji bo mirovên ji erdhejê bandorbûn alîkariyên lezgîn û misogerkirina alîkariyên lezgîn, lêgerina kesên di bin xirbeyan de mane, dermankirina birîndaran û ji holê rakirina şopên erdhejê hemû yekîne, avahî û saziyên xwe li hemû parêzgehan seferber kirine.
Li hin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku bi giranî Kurd lê dijîn û ev nêzî 5 meh in di bin dorpêç û ambargoya rêveberiya Şamê de ye jî, hin avahî hilweşiyan, 4 jê jin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jî zarok 8 kes jî birîndar bûn.
Ji ber erdhejê, li Kantona Şehbayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin avahî hilweşiyan, 3 welatiyên di bin xirbeyan de ma bûn birîndar bûn. Kantona Şehba jî nêzî 5 meh in di bin dorpêç û ambargoya rêveberiya Şamê de ye.