Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 1014’an
AFAD'ê ragihand ku di erdheja bi pileya 7,7 û 7,5 a navenda wê Mereşê de îxbara hezar û 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 824 avahî hilweşiyane, girtine.
Navenda Nûçeyan- AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên ku di erdheja bi pileya 7,7 û 7,5ê ya navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dane derkete hezar û 14’an. Erdhej li 10 parêzgehan bû sedema hilweşandin û ziyana giyanî.
Serokê AFAD’ê wiha got: “Heta niha 105 erdhejên paşbir mijara gotine ye. Îxbara hilweşandina 2 hezar û 824 avahî hat girtin. Hem ji hewayî hem jî bêjahî ji herêma erdhej re sewqiyat heye. Hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dane hezar û 14 e.” Di daxuyaniyê de her wiha wiha hat gotin: “Li gorî agahiyên ewil ên ji SAKOM'ê hatin girtin, heta niha li Mereşê 191, li Dîlok 200, li Rihayê 27, li Amedê 41, li Edeneyê 43, li Semsûrê 20, li Osmaniyeyê 131, li Hatayê 250, li Kilîsê 13 û li Meletiyê 98 bi giştî hezar û 14 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Meletî, Osmaniye, Hatay û Kilîsê 7 hezar û 3 welatiyên me birîndar bûne.”